18 kes hatin girtin, 11 kes hatin binçavkirin 2017-07-06 16:26:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Antalya, Manîsa û Balikesîrê 11 kes hatin binçavkirin. Li Erdîşê 36 kes hatibûn binçavkirin, 18 kes hatin girtin. Polîsan li taxa Sadakê ya Kepeza Antalyayê bi ser malan de girt, serdagirtina ku sedema wê nehat zanîn, 4 kes hatin binçavkirin. Welatiyên bi navê Cevdet Çaglar, Naîf Yaşa, Gulnaz Çîçek û Haci Tekmenuray birin Miduryeta Polîsan a Bajêr. LI TURGUTLUYÊ 3 HDP'Î HATIN BINÇAVKIRIN Li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê jî serdagirtinên malan pêk hatin, li gorî agahiyan rêveberên HDP'e Katîfe Yanat, Îshak Erem û Medenî Yel hatine binçavkirin. Welatî birin Miduryeta Polîsan a Navçeyê. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn. LI BALIKESÎRÊ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN Di saetên serê sibehê de li navenda Balikesîrê serdagirtina malan pêk hat û 4 HDP'î hatin binçavkirin, hat gotin operasyona ku hatiye destpêkirin, ji hev cuda ne. LI ERDÎŞ3E 18 KES HATIN GIRTIN Di 30'yê Hezîranê de li navçeya Erdîşê ya Wanê serdagirtinên malan pêk hatibû û 36 kes hatibûn binçavkirin, 18 kes hatin girtin. Welatiyên duh sewqî dadgehê hatin kirin, 13 kes serbest hatibûn berdan, 19 kes bi îdiaya "Endamê rêxistinê ne" û "Alîkariya rêxistinê kirine" sewqî 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê hatin kirin, kesek bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, Endamê Meclisa Şaredariyê yê DBP'ê Faruk Koken, Adem Riza Sala, Ahmet Mîrzaoglu, Ahmet Taş, Behrem Kaplan, Burhan Kul, Cercîs Kaya, Kerem Çelîker, Mehmet Kaya, Mehmet Nurî Taş, Mustafa Çağgan, Muştak Yok, Mehmet Sahil Guneş, Suleyman Bultan, Yakup Demîr, Mahmut Bîlîcî, Yavuz Sayat û Yusuf Yalçin bi heman hincetê hatin girtin.