Li Reqqayê kêfxweşiya azadiyê 2017-07-06 16:57:34 REQQA – Şervanên QSD’ê li eniya rojhilatê Reqqayê 11 malbatan rizgar kirin. Malbat ji hesreta azadiyê kêfxweş û bextewar bûn. Bi hêsirên azadiyê şervanan hembêz kirin. Şervanên Hêza Sûriya Demokratîk (QSD), li Reqqayê bi operasyona “Cenga Mezin” li eniya rojhilat bi pêş de diçin. Şervanên QSD’ê li milê rojhilat ê Reqqayê derbên giran li DAIŞ’ê didin û sivîlan rizgar dikin. Şervanan li eniya rojhilat 11 malbat rizgar kir û wan derbasî taxa Sînaa ya kir. Hemû pêdiviyên jiyanî yên malbatan temîn kirin û malbatan bi hesreta azadiyê hêsiran barandin û şervanan bi kêfxweşî hembêz kirin. Li aliyê din şervan derdorê li DAIŞ’ê teng dikin û ber bi sivîlan ve pêş de diçin.