Li Dersimê binçavkirin li Amedê girtin 2016-12-08 15:04:08 NAVENAD NÛÇEYAN - Polîsan li Dersimê bi ser weregeh û malên xwendekaran de girtin herî kêm 12 xwendekar hatin binçavkirin, li Amedê endezyar Bişar Tutuş ê ku di serdegirtina li dijî Şaredariya Yenîşehîrê de bi derbkirinê hatibû binçavkirin hat girtin. Li Geverê jî 5 xebatkarên şaredariyê hatin berdan. Li Dersîmê polîsan bi ser waregeh û malên xwendekarên Zanîngeha Munzurê de girtin. Polîsên ku bi weregeh û malên xwendekaran de girtin wesayîtên ranger, dupişk û TOMA'yan ve hatin. Hate hînbûn ku operasyon li dijî xwendekarên ku girtina Hevserokên Giştê yên HDP'ê şermezar kirine pêk hatiye û herî kêm 12 xwendekar hatine binçavkirin. Hate hinbûn ku di lîsteya polîsan de hin xwendekarên din ên ku bin çav bikin jî hene. Xwendekarên ku hatin binçavkirin birin Emniyeta DErsimê. Li navçeya Geverê 5 xebatkarên şaredariyê yên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê kesên bi navê Acil Bor, Metin Îke, Cafer Gurdal, Mehmet Atak û Hamit Çoruh ên di serdegirtina li dijî şaredarî û malên xebatkarên şaredariyê de hatibûn binçavkirin piştî karên emniyetê danê êvarê serbest hatin berdan. Hevşaredar Adile Kozay û 11 kesên di heman serdegirtinê de hatibûn binçavkirin jî hêj di Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê de di bin çavan de ne. ENDEZYAR HAT GIRTIN Li Amedê dema ku polîsan ib ser Şaredariya Yenîşehîrê de girtibûn endezyarê bi navê Bişar Tutuş ê ku li dijî polîsan derketibû ji aliyê polîsan ve bi derbkirinê hatibû binçavkirin sewqî edliyeyê hat kirin. Tutuş ê ku polîsan ew derb kir û ev dîmen bi kamerayan hatibû qeydkirin bi suûcdakirina "li dijî peywirdarê fermî derketiye" hat girtin. Tê gotin ku Tutuş dema ku ji aliyê polîsan ve hatiye derbkirin gotina "dagirkerino" ji bo polîsar bi kar aniye. Serokê Odeya Endezyarên Elektrîkê Mehmet Orak der barê Tutuş de anî ziman ku piştî ku hatiye binçavkirin destur nehatiye dayîn kesekî re hevdîtinê pêk bîne û dema ku polîs hatine şaredariyê Tutuş pirsa "çima dikevin hundir" ji wan pirsiye li ser vê yekê hatiye derbkirin. Orak wiha axivî: "Piştî ku hat binçavkirin bi sûcdarkirina li dijî peywirdarên fermî derketiye hat girtin. Niha nahêlin Bişar bi malabata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Tiştên ku malbatê amade kiribû ji bo bigihînin Bişar jî bi parêzer re şandin lê nehat neqûlkirin."