‘Zarokên li kolanan kar dikin zarokên koçber û betal in' 2017-07-07 09:05:19 WAN - Xwendekara Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ku li Wanê teza Lîsansa Bilind li ser zarokan amade kir, diyar kir ku li her kolan û her kuçeyê zarokên karker hene û piraniya wan zarokên koçber û xizan in. Li her kuçe û kolanên wanê zarokên ku kar dikin hene. Zarok ji bo debara malbatê bikin benîşt, destmal, av, selpak û çixareyan difiroşin. Zarok herî zêde li ser kolana Cumhuriyet û Maraşê ku herî zêde çûn û hatina wan zêde ne av û selpak difiroşin û hewl didin debara malbatê bikin. Zarok ji serê sibê heta êvarî di bin tava havînê de neçar in kar bikin. Xwendekara Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ku li Wanê teza Lîsansa Bilind li ser zarokan amade kir, çavdêrîn û lêkolînên xwe parve kirin. Çakar, bal kişand ser rewşa civakî û aborî ya bajar û wiha got: "Li Wanê hemû zarokên malbatên xizan dixebitin. Mirov her dem ji bjarên derdora Wanê koçî Wanê dikin. Hemû kesên koç dikin rewşa wan xizan in û zarokên wan kar dikin. Min li nava bajar û 7 navçeya nû 7 taxan lêkolîn kir. Rewşa hemû zarokên kar dikin ya aborî û civakî dişibe hev. Piraniya malbatên koç kirine xizan in. Li her mala xizan zarokên wan ên dixebitin hene. Ji ber rewşa aborî û civakî nebaş in zarok hem li mal û hem jî li derve dixebitin." ‘ZAROKÊN TIRYAK Û ZAROKÊN RASTÎ ÎSTîSMARÊ TÊN JÎ HENE' Çakar, da zanîn ku hêjmara zarokên li kolanan kar dikin her diçe zêde dibin û ji ber şertên xerab ên bajar zarokên rastî îstismarê tên û zarokên tiryakê dikişînin jî hene. Çakar, anî ziman ku zarok ji serê sibê heta êvarî di bin tavê de dixebitin û wiha got: "Zarok selpak, av, çixare, benîşt û gelek tiştên cuda difiroşin û di bin germa havînê de dimînin. Hin zarok heta derengê şevê dimînin. Hin zarok cihê lê razên tune. Hin zarok xwarina bixwin tune. Ev hêjmar bi koçberiyê re zêde dibe." ZAROKÊN KARKER LI BEJAYÊ BÊTIR IN Çakar, anî ziman ku zarokên karker ên gun û bejayê li gori yên bajaran zêdetirin û wiha axivî: "Zarokên li bajayî û gundan bêtir li çol û nava zeviyan dixebitin. Bi taybetî piştî dibistan xelas dibin li nava zeviyan kar dikin. Lê zarokên li bajaran dixebitin di bin hemû cureyên talûkeyan de dijîn. Zarokên neçar dimînin li qadên tiryake bixebitin jî hene. Qada ku zarok lê dixebitin ne qada ku zarok lê bijîn e. Zarokên li vir xwe wekî zarok nabînin. Ji ber ku di nava şert û mercên herî dijwar de dijîn." Çakar, ji malbatan xwest ku weki zarokan nêzî zarokan bibin û wan ji bo peşerojê amade bikin.