Her çi qas reqabet tune be, dîsa jî dergûşên textîn çêdike 2017-07-07 09:05:30 ŞIRNEX - Abdullah Gorenê ku li Silopiyayê hostetiya tiştên textîn dike, her çi qas wek berê daxwaza ji bo dergûşên textîn tune be, lê dîsa jî wan çêdike. Yekane daxwaza Goren ew e ku, çêkirina van dergûşên ku di çêkirina wan de madeyên kîmyewî nayên bikaranîn, hînî hin kesan bike. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Abdullah Goren ê 35 salî, her çi qas wek berê arezû û rexbeta ji bo dergûşên ku li herêmê wek "landik" û "mehdik" tên zanîn nema be, lê dîsa jî wan çêdike. Ev 18 sal in ku Goren li atolyeya xwe ya 50 metrekareyî dergûşan çêdike. Goren, li Şirnex û gundên wê darên hewra peyde dike û ji bo dergûşan wan amade dike. Piştî ku dar tên amadekirin, Goren ji van daran çîteyên 25 santîmetreyî çêdike û ji bo nerm bibin bi qasî 2 saetan wan di nav ava kelandî de dide sekinandin. Paşê, ji bo bên bikaranîn hefteyekê di nav ava nîvgermî de tên sekinandin. Herî dawî ev çîte bi presê tên xwarkirin û hefteyekê jî di qaliban de tên sekinandin. MADEYÊN KÎMYEWÎ NAYÊN BIKARANÎN Paşê çîte şiklê hêkaniyî werdigirin û piştî tên zimperekirin yeko yeko tên mîxkirin û dergûş çêdibe. Bi nêvengî rojê 5 dergûş tên çêkirin û buhayê wan di navbera 60-80 lîreyî de diguherin. Ev dergûş bi temamî ji malzemeyên xwezayî tên çêkirin û her diçe rexbeta ji bo wan kêm dibe. ‘JI BER TEKNOLOJIYÊ HEQÊ KEDA XWE BI DEST NAXIM' Goren, ragihand ku wî di 17 saliya xwe de li ber destê bavê xwe dest bi vî karî kiriye û li gel hemû astengî û şert û mercên neyînî jî wî hewl daye ku ev pîşeyê bav û kalan jîndar bike. Goren, anî ziman ku ji ber teknolojiya ku her diçe pêş ve diçe ew beramberiya keda xwe bi dest naxe û wiha got: "Karekî zehmet e. Ji bo vî karî xwêdan divê. Lê belê li gel ew qas ked û tahbê jî, bi zor û heft bela rizqê malbata xwe bi dest dixim. Di dema qedexeyên derketinan kolanan de min nikaribû heqê kirêya xwe jî derxe." ‘JI BO TENDURISTIYA PITIKAN BAŞ IN' Goren, dest nîşan kir ku di çêkirina dergûşan de divê madeyên kîmyewî neyên bikaranîn û ev yek ji bo tenduristiya pitikan baştir e û wiha got: "Rexbeta ji bo van dergûşan tune ye. Bêtir mobîlyayên hazir tên tercîhkirin. Pitikên ku di van dergûşan de tên razandin baştir mezin dibin. Ji ber madeyên kîmyewî tê de tune ne, di warê bêhnstendin û vedanê de bi tu pirsgirêkan re rû bi rû namînin." Goren, dest nîşan kir ku carinan ew malzemeyên ji bo çêkirina dergûşan peyde nake û wiha axivî: "Tedarîkvanên li herêmê jî bêtir mobîlyavanan tercîh dikin. Çimkî, êdî malzemevan jî rêzê nîşanî vî karê me nadin. Bêtir difiroşin cihên ku pereyan zêde didin wan. Bêtir qîmetê didin molbîlyavanan." YEKANE DAXWAZA WÎ: VÎ PÎŞEYÎ HÎNÎ KESEKÎ/Ê BIKE Goren, diyar kir ku ji bilî wî li bajêr hosteyên ku dergûşan çêbikin tune ne û got ku xema wî ew e ku ew pîşeya xwe hînî kesekî/ê bike. Goren wiha got: "Piştî me kesek tune ye ku vî karî bike. Şagirtên li cem min dixebitîn jî berê xwe dan cem mobîlyavanan. Ji ber ked û zehmeta wê zêde ye şagirt jî xwe nadin ber." Goren got ku ew zaf dixwaze vî karê xwe hînî hin kesan bike. Berivan Karataş - dihaber