Leşkeran gefa 'çandiniyê xwe rakin em dê çiyê bişewitînin' li Lîceyîyan xwar 2017-07-07 09:05:46 AMED - Li Lîcê bi tevlêbûna deh hezaran leşker, polîs û cerdevanan operasyon didome. Leşker zarê li welatiyan dike ku gund û mezrikên xwe vala bikin. Leşkeran gefa "Çandinî û mahsulên xwe rakin. Em dê hemû çiyê bişewitînin" li welatiyên Lîcê xwar. Li navçeya Lîcê û gundên wê bi tevlêbûna deh hezaran cerdean, leşker û tîmên taybet operasyona leşkerî didome. Heta niha bi dehan caran gund hatin dorpêçkirin û qedexeya derketina derve li gundan hat îlankirin. Lê disa welatiyan gund û warên xwe vala nekirin. Welatî ji ber qedexe û dorpêça leşkeran zêdetirî 2 mehin nikarin ji gund û malên xwe derkevin. Niha jî leşker gefa "Çandinî û mahsulên xwe rakin. Em dê hemû çiyê bişewitînin" li welatiyên Lîcê xwar. Operasyona leşkerî li çoltar û gundên Lîcê bê navber didome û encama ku dixwaze bi dest naxe. Ji ber ku tevî hemû zor û zextan, gundî dîsa cih û warên xwe vala nakin, vê carê gefa şewitandinê li gundiyan dixwin. Polîsên tîmên taybet di mehek dawî de 8 welatî bi maşîneyen zirxî kuştin. 'EM DÊ ÇIYA BIŞEWITÎNIN' Li gund û gundikên navçeya Licê bi tevlêbûna 10 pezar leşker, polîs, tîmên taybet û cerdevanan operasyon didome. Operasyon zêdetirî mehekê ye didome. Leşker û tîmên taybet ên ku encama dixwest bi dest nexistin vê carê gefê li welatiyan dixwe. Leşker gefa "Em dê çiyayê we bişewitînin" li welatiyan dixwin û dixwazin welatî cih û warên xwe vala bikin. Leşker dixwazin ku welatî bi lezgîn çandinî, çot û mahsulê xwe rakin û dixwazin daristanê bişewitînin. Welatiyên gundên herêmê diyar kirin ku leşkerên encam bi dest nexistin vê carê dixwazin dahl, rez û zeviyên gundiyan bişewitînin û wiha got: "Dixwazin em gundên we vala bikin. "Lê çi dibe bila bibe em gundên xwe vala nakin." Gundiyê Hurê Feyzi Kizildemir, wiha got: "Di operasyona berê de me gundê xwe vala kir. Gund bombe kirin û me ji neçarî gund vala kir. Ji ber operasyon û topbaranê me nekarîbû çandiniye xwe rakin û sewalan xwedi bikin. Niha dixwazin heman tiştî bînin serê me. Heta niha bi dehan caran gund dorpêç kirin û qedexeya derketina derve îlan kirin. Em di malen xwe de hepis kirin. Niha gefan li me dixwin. Welati dikevin nava fikara 'Gelo dê gundê me bombe bikin?' Lê gundê me jî bombe bikin û me li vir bikujin jî em gundê xwe vala nakin û naçin." 'DIXWAZIN GUNDAN VALA BIKIN' Welatî Gulden Kaplan jî anî ziman ku leşker dixwazin bi zorê gundan vala bikin û ji bo ku welati gundê xwe vala bikin her cureyê zextan pêş dixin. Em li van gundan ji dayik bûne u mezin bûne. Em gundê xwe vala nakin û naçin." Pîra 74 sali Hanim Kuzu jî bertek nîşanî hewldana leşkeran û operasyonê da û wiha got: "Her derê bombe dikin. Hin caran em dibêjin top û bombe li gund û malê ket. Em di malê xwe de asê mane. Berê jî gundê me şewitandin û em bi zorê ji gund derxistin. Niha dîsa dibêjim 'em dê bişewitînin' Me carekê gundê xwe vala kir, lê em carek din gundê xwe vala nakin û naçin. Dixwazin bi vê oprasyonê gundan vala bikin. Lê çi dibe bila bibe em gundên xwe vala nakin." Jinda Kuzu jî anî ziman ku bi zorê dixwazin gundê wan vala bikin û bişewetînin, lê ew ji gundê xwe naçin tu deverê.