Dema AKP'yî dibin hevpar 'qanûn' tên jibîrkirin! 2017-07-07 09:06:04 RIHA - Berî Riha bibe şaredariya bajarê mezin, Îdareya Taybet a Bajêr bêyî bedêl cihê navenda kongreyê tahsîsî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê kiribû. Dema Serokê Odeyê Sabrî Ertekîn bi tawanbariya "FETO"yê hat girtin, Şaredariya Halîliyeyê jî got "derqanûnîtî" heye û xwest navend bê îadekirin. Lê dema xizmê Serokê Şaredariyê wek qeyûm tayînî odeyê bû, "derqanûnîtî" hat jibîrkirin û şaredarî bû hevparê odeyê. Hat destnîşankirin ku eywana dawetan û navenda kongreyê ya di 2'yê Nîsana 2013'an de li kêleka avahiya nû ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê (ŞÛTSO) hat çêkirin û tahsîsî wê hat kirin, bi awayekî derqanûnî tahsîsî ŞÛTSO'yê hatiye kirin. Hat diyarkirin ku berî ku Riha bibe şaredariya bajarê mezin erse aîdî Îdareya Taybet a Bajêr bûye û bi şertê dê ser wê bibe park û binî wê bibe navenda kongreyê riya îmarê li ber hatiye vekirin. Lê belê îdareya taybet jî erse tahsîsî ŞÛTSO'yê kiriye. Ji aliyê ŞÛTSO'yê ve bi heman îmarê navenda kongreyê hat avakirin û bi salan e pereyan dide qezenckirin. Piştî ku serok û rêveberê odeyê Sabrî Ertekîn bi hinceta endamê "FETO"yê ye hat girtin, Serokê Şaredariya Halîliyeyê Fevzî Demîrkol bi hinceta bi awayekî "derqanûnî hatiye tehsîskirin" xwest navend bê îadekirin. Lê piştî ku xizmê Demîrkol, Îsmaîl Demîrkol wek qeyûm tayînî ŞÛTSO'yê hat kirin, şaredarî û odeyê biryara ku ew ê navendê bi awayekî hevpar bi kar bînin da. 'LI DIJÎ QANÛNÊ YE LÊ EM BI AWAYEKÎ HEVPAR BI KAR BÎNIN' Di 28'ê Nîsanê de Serokê ŞÛTSO'yê Sabrî Ertekîn û gelek rêveberên odeyê bi hinceta endamtiya "FETO"yê hatin girtin. Piştî hatin girtin Şaredariya Halîliyeyê ji ŞÛTSO'yê xwest ku erseyê bidin wan. Şaredariyê, diyar kir ku li gor qanûnan erseya Îdareya Taybet a Bajêr bûye ya wan û li dijî qanûnê ye ku ŞÛTSO erseyê bi kar bîne û li ser vê doza dewra erseyê kir. Şaredariyê teblîxat ji odeyê re şand û ragihand ku ew ê navenda kongreyê dubare berpêşî îhaleyê bikin û ew ê bi kirê bidin şexsekî an jî saziyekê. Lê piştî ku xizmê Serokê Şaredariya Halîliyeyê Fevzî Demîrkol, Îsmaîl Demîrkol wek qeyûm tayînî ŞÛTSO'yê bû, vê carê jî şaredarî daxwaza xwe dubare kir û xwest ku ew û odeyê bi hevkarî navenda kongreyê bi kar bînin. ŞÛTSO PIŞTRAST KIR Şaredariyê têkildarî guherandina biryara xwe pirsên me nebersivandin, lê rêveberiya ŞÛTSO'yê têkildarî mijarê wiha got: "Dema eywana dawetê û navenda kongreyê hat avakirin milk ê Îdareya Taybet a Bajêr bû. Me ji wan stendibû û çêkiribû. Lê belê bi qanûna şaredariya bajarê mezin re ev milk di nav sînorê Şaredariya Halîliyeyê de ma. Şaredariya Halîliyeyê jî serî li me da. Dê eywana dawetê û navenda kongreyê ji niha û pê ve tevî Şaredariya Halîliyeyê bê bikaranîn."