Leşkeran pira gundiyan rakir û avêt Zapê 2017-07-07 09:06:17 COLEMÊRG - Leşkeran bi îdiaya "Di ser re HPG'î derbas dibin" pira daliqandî ya li gundikê Derava Talê yê girêdayî gundê Talê yê Colemêrgê ye, rakirin û avêtin Zapê. Leşkeran bi îdiaya "Di ser re HPG'î derbas dibin" pira daliqandî ya li gundikê Derava Talê yê girêdayî gundê Talê yê Colemêrgê ye, rakirin û avêtin Zapê. Di 28'ê Hezîranê de dema leşker ji bo operasyonê derketin pir hat rakirin. Gundiyên li herêmê bi saya vê pirê Çepê Zapê derbas dikirin. Ev pira ku gundiyan bi derfetê xwe çêkiribû, ji hêla niştecihên gundikê ku 12 malên wê hene dihat bikaranîn. LI SER ÎDIAYA CERDEVANAN HAT RAKIRIN Hat îdiakirin ku ev pira ku bihar û havînan ji bo li quntarên bakur ên Geliyê Zapê sewalên xwe biçêrînin ji aliyê gundiyan ve dihat bikaranîn, li ser îdiaya cerdevanan hatiye rûxandin. ‘EM Ê ÎTIRAZ BIKIN' Welatiyekî ku bi hinceta ewlehiyê nexwest navê wî bê eşkere kirin wiha got: "Em mecbûr in li van deran bijîn. Riya xizmên me yên ku bi qasî 25 kîlometreyan li nav Geliyê Talê ne hat birîn. Berê jî em bi rewşên wisa re rû bi rû diman. Em debara xwe bi sewalvaniyê dikin û em heywanên xwe li quntarên Geliyê Zapê yên li hember diçêrînin. Me di nav hev de pere kom kiribû û ev pir çêkiribû. Niha em nizanin em ê çi bikin." Welatî diyar kir ku ji bo ji nû ve pir bê çêkirin ew ê îtiraz bikin û serî li merciyên edlî û îdarî bidin.