Dîmenên rûxandina Şirnexê yên bi peykê hatine kişandin derketin holê 2017-07-07 09:06:37 ŞIRNEX - Li Şirnexê piştî qedexeya derketina kolanan ku 246 rojan domandibû gelek tax hatibûn serobinokirin. Dîmenên rûxandina van taxan ên bi peykê hatine kişandin derketin holê. Li Şirnexê piştî qedexeya derketina kolanan a di 14'ê Adara 2016'an de hat îlankirin û di 14'ê Mijdara 2016'an de bi dawî bû gelek tax hatibûn serobinokirin. Dîmenên rûxandina li bajêr ên bi peykê hatine kişandin derketin holê. Di wêneyan de texrîbata li taxa Gazîpaşa, Yeşîlyûrt, Îsmetpaşa, Dîcle, Cumhûriyet, Bahçelîevler û Yeniyê mirovan diheyirîne. Dema her du dîmenên peykê yên di Tebaxa 2015'an û Adara 2017'an de hatine kişandin tên berawirdkirin, tê dîtin ku hema bêje ji sedî 70'yê bajêr hatiye rûxandin. TEXRÎBAT ZÊDETIR BÛ Di ser wêneyê herî dawî hatiye kişandin re 3 meh derbas bûne û tê texmînkirin ku rûxandin zêdetir bûye. Li bajêr 300 avahiyên ku der barê wan de rapora saxlembûnê hatibûn dayîn jî hatin rûxandin. Komên girêdayî Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, polîs û zabiteyên şaredariyê ji bo rûxandina malên mayî jî, ji malbatan xwestibûn ku demildest malên xwe vala bikin.