'Kameraya maşîna zirxî girtî ye, kuştî sucdar in' 2017-07-07 09:09:08 AMED - Polîsê ajokarê maşîna zirxî N.U. ku li navçeya Licê li maşîneya sivîlan qeliband û 5 welatî qetilkirin, bi "şertê kontrola edlî" serbest hat berdan. Rapora ku cendirmeyan amade kir, ajotvanê maşîneya sivîl Fîkrî Demîrbaş jî wekî "di dereceya yekemîn de bi qisûr e" da nîşan. Lê tişta sosret jî ew e, delîla herî şênber ku kameraya di pergala kuleyê de dê bûyerê zelal bike jî wekî ku naxebite da nîşan. Di 20'ê Hezîranê de li herêma gundê Fîsê ya navçeya Licê ya Amedê, maşîneya zirxî ya ku polîsên tevgera taybet dibirin, li maşîneyeke sivîlan dabû û 5 welatî bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin, di bûyerê de 5 jî polîs birîndar bûbûn. Lêpirsîna der barê qezayê de, hin tiştên nû derxistin holê. Piştî maşîna zirxî li maşîneya welatiyan da, di qezyê de Mahmut Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û dayika wî Zeynep Demîrbaş jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku hemû welatî xizmên hev in. Serdozgerê Komarê yê Licê, der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û ajokare maşîneya zirxî N.U. yê di Miduryeta Polîsan a Êlihê de dixebite, wekî "Bi baldarî bûye sedema mirinan" da nîşan. Di çarçoveya lêpirsînê de qaşo îfadeya wî hat girtin û bi şertê "Kontrola edlî" serbst hat berdan. POLÎS: JI BO BÊHNA XWE BISTÎNE ME KAMERAYA KULEYÊ GIRT Ajokarê maşîna zirxî N.U. di îfadeya xwe ya daye dozgeriyê de wiha dibêje: "Roja bûyerê em li gundê Guçluyê li herêma wekî YKN 8 tê zanîn li ser peywirê bûn. Diviya bû berî ku em bikevin rê, şarja akuya pergala çeka termalî ya di kuleyê de bihata kirin. Em jî li maşîneyê sîwar bûn û ber bi herêma Dakyanusê ve ketin rê û li îstasyona petrolê em rawesiyan. Piştî bêhnstandinê em ber bi Licê ve ketin rê. Dema em ji rêya Kayacikê derbas bûn, maşîneyek bi leza 50-60 kîlometreyî ket şirîda min. Aliyê maşîneya me ya çepê û aliyê çeyê yê maşîna li hemberî me dihat li hev ket. Lê min fêm nekir maşîneya sivîl çawa ket binê kobrayê û em çawa li hev ketin min fêm nekir. Li gorî texmîna min maşîne ket binê kobrayê. Piştî maşîne ket binê kobrayê, her du maşîne bi hev re şiqitîn. Em jî pekyan qeraxê rê. Di vê demê de kameraya di kuleyê de venekirî bû. Kameraya kuleyê 24 saetan bi rêk û pêk naxebite. Ji be wê me nava rojê pergala kamerayê şarj dikir." 4 polîsên di heman maşîneyê de jî wekî "muştekî" îfade dan cendirmeyan, der barê qezayê de hemûyan jî wekî hev îfade da û aşkera kirin ku ew dozdarê kesî nînin. YÊ MIRÎ DI DERECEYA YEKEM DE 'SÛCDAR E' Di rapora cendirmeyan a bi sernavê "girteka diyarkirî ya qezayê" de, ajokarê maşîneya sivîl Fîkrî Demîrbaş di "dereceya yekemîn de sûcdar e" dan nîşan, ajokarê maşîneya zirxî N.U. jî ji ber gelekî bi lez maşîne ajotiye û li gorî pergala trafîkê tevnegeriyaya ye, di "dereceya duyemîn de bi qisûr e" da nîşan. Parêzerê malbatê serî li Serdozgerê Komarê yê Licê dan û rapora ku cendirmeyan amade kiriye itiraz kirin. Parêzeran da zanîn ku girtek ji derveyê rastiyê hatiye amadekirin û polîsan çawa xwestiye wisa hatiye amadekirin û ev jî wekî parastina polîsan pênase kir. Parêzeran xwes lêpirsîn hêj zêdetir bê berfireh kirin û xwestin ku ev daxwaza wan bê qebûlkirin. Ji hêla din ve hat gotin ku dozgerê ku lêpirsîn daye destpêkirin jî ji parêzeran re diyar kiriye ku kameraya aydê maşîneya zirxî tune ye.