Maşînê zirxî vê carê li hev qelibîn: Polîsek mir 2017-07-07 09:20:21 ŞIRNEX - Li Şirnexê du maşîneyên zirxî li hev qelibîn, di qezayê de polîsek mir yek jî birîndar bû. 2 maşîneyên zirxî yên polîsan li taxa Gundogduyê dewriye digeriyan li hev ketin, di qezayê de 2 polîs birîndar bûn. Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, polîsê bi navê Alî Yardimcioglu (27) li nexweşxaneyê mir.