KNK’ê yekîtiya parlementerên Başûr ziyaret kir 2017-07-07 09:51:47 HEWLER - Heyeta KNK’ê ku xebatên sazkirina yekîtiya netewî dimeşîne li Hewlêrê serdana Yekîtiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê kir. Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku xebatên yekîtiya netewî dimeşîne, li bajarê Hewlêrê serdana Yekîtiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê kir. Heyetê KNK’ê ku ji alîkarê Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade, Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî û endamê KNK’ê Ferhad Dostkî pêk tê, ji aliyê Serokê Yekîtiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê Nîmet Abdullah û parlementerên kevin Nadir Qeladizî, Kerîm Behrî û Nehle Xan ve hate pêşwazî kirin. Hevdîtina KNK’ê ya li gel Yekîtiya Parlementeran nêzî saetek û nîv ajot û ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar ji bo çapemeniyê hate dayîn. Serokê Yekîtiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê Nîmet Abdullah ku destpêkê axivî, kêfxweşiya xwe ya ji serdana şandeya KNK’ê diyar kir û got: “Em destxweşiya KNK’ê dikin ku ji bo yekîtiya netewî xebatek wisa dimeşînin. Hêvîdarin ku encameke xizmetê ji gelê Kurd re bike, ji vir derkeve.” Abdullah her wisa diyar kir ku pêwîstiya Kurdan her ji destpêkê ve bi xebateke wiha hebûye û got: “Hemû hêzên Kurd dikarin projeyên xwe di vê komxebatê de bînin ziman û van projeyan hevpar bikin. Ji ber gef li ser tevahiya Kurdistanê heye. Ji bo pûç kirina van gefan jî em yekîtiya netewî weke pêwîstiyeke zarûrî dibînin. Em hêvî dikin ku bigihije serkeftinê.” Alîkarê Hevserokên KNK’ê Kemalîzade jî piştre mafê axaftinê girt û spasiya yekîtiya parlementeran kir ku piştgiriya xebatên yekîtiya netewî dikin. KNK piştî hevdîtinên xwe yên li gel partiyên siyasî, civîn li gel rewşenbîr, akademîsyen û rûspî, pêşmergeyên Dihok û Hewlêrê lidarxist. Şande wê îro di saetên êvarê de li gel rewşenbîr, nivîskar û rûspiyên Kerkûkê jî bicive. KNK’ê di 12’ê Hezîranê de bi daxuyaniyekî ragihandibû ku wê ji bo yekîtiya netewî rêze hevdîtin li gel partiyên çar parçeyên Kurdistanê bikin. Di 3’ê Tîrmehê de jî li Silêmaniyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û diyar kirin ku ewê di 15-16’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê bi beşdariya 300-350 kesî komxebateke yekîtiya netewî li darbixin.