Şêniyên Şehbayê tabûrên parastine ava kirin 2017-07-07 10:30:28 ŞEHBA – Şêniyên gund û bajarokên herêma Şehbayê, tabûrên xwe yên parastine ava kirin û li kêleka Hêzên Şoreşger parastina herêma xwe dikin. Li gorî nûçeya ANHA, li hemberî êrîşên Tirkiye yên li ser herêma Şehbayî, şêniyên bajarok û gundewarên Şehbayê xwe birêxistin kirin û tabûrên parastine yên herêmî ava kirin. Tabûrên sivîlan ku hatine avakirin, wê li ser esasê parastina rewa li kêleka şervanên Hêzên Şoreşger parastina gund û bajarokê xwe bikin. Yek ji endamên tabûrên parastine yên herêmî Ehmed El-Alî yê ji gundê Alawişe anî ziman ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, mafê wan heye parastina rewa bikar bînin, li ser vî esasî wan tabûrên herêmî yên parastine avakirine û got:"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê her tim êrîşî me dikin û dixwazin îradeya me bişkînin. Ji ber vê yekê me bi dildarî tabûrên xwe yên parastinê ava kirin û em ê parastina gund û miletê xwe bikin". BIRYAR GIRTIN KU PARASTINA HERÊMÊ BIKIN Derbarê çawaniya birêxistinakirina şêniyên gundê Alwişe yê Şehbayê, Selam El-Izo destnîşan kir ku wan biryar girtine ku li rex Hêzên Şoreşger parastina herêma xwe bikin. Mustefa Hemdan jî yê ku cihê xwe di nava tabûrên parastine de girtiye, diyar kir ku ew ê li hemberî hemû êrîşan parastina xaka bikin. Fermandarê Giştî yê Parastinê Guro Ebû Alî axifî û bi lêv kir ku wan li ser daxwaza şêniyên herêmê tabûrên parastinê yên herêmê ava kirin û wiha pê de çû:"Em niha endamên tabûrên parastinê yên herêmî li ser sîstema parastina cewherî, bikaranîna çek û parastina gundên xwe perwerde dikin".