Di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin 2017-07-07 10:44:39 NAVENDANÛÇEYAN - Li Sêrt û Êlihê, leşkeran bi ser malan de girt û 3 kes binçavkirin. Li Şirnexê Endamê Meclisa HDP'ê Ramazan Holat jî serbest hat berdan. Li Sêrtê polîsan serê sibê bi ser mala endamê Meclîsa Şaredariyê ya DBP’ê de girt û Mehmet Ozer binçavkirin. Ozer, li Midûriyeta polîsan a Sêrtê di bin çavan de tê girtin. Li Gundê Ceznê yê Kozluka Êlihê jî polisan bi ser malan de girt û Serkan Altan û Firat Boral binçavkirin. Kesên binçav kirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Kozlukê. Endamê Meclîsa HDP'ê Ramazan Holat, ku hatibû binçavkirin jî li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.