Kurd bi serbestî dikarin siyasetê bikin? 2017-07-07 10:56:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salîh Cuma Pîr, bal kişand ser helwesta AKP, CHP û partiyên din a li dijî kuştina AKP'îyan û wiha got: "Desthilatdariya AKP’ê keviran girê dide û kûçikan berdide. Gelo ma feraseteke siyasetê yê wiha dibe? Di vê rewşê de em dikarin ji AKP’yiyên li Kurdistanê re bibêjin siyasetmedar? Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salîh Cuma Pîr, bal kişand ser helwesta AKP, CHP û partiyên din û polîtîkayên li ser siyaseta kurd rexne kir. Nivîsa Nivîskar Pîr a vê hefteyê wiha ye: AKP, CHP û partiyên din piştî ku hinek AKP’î hatin kuştin derketin û gotin ku ‘siyasetmedar hedef tên girtin û em vê şermezar dikin’. Wekî ku li Tirkiyeyê mafê siyaseteke azad heye diaxivin. Ev şermezarkirin, gotinên hin AKP’yiyan ên wekî ‘Bila şikur bikin ku em tenê digirin. Em wekî salên 90’î nakujin’ tîne bîra mirov. Rojane siyasetmedar tên girtin, parlamenterî û serokatiyên şaredariyan tên xespkirin lê ev êrîşeke li dijî siyasetê nîn e! Hema hema hemû rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP û DBP’ê hatin girtin lê ev êrîşa li dijî siyasetê nîn e! AKP’yî siyasetmedar in lê HDP’yî terorîst in ku divê biavêjin zindanê! Ev henekkirina bi aqilê mirovan e. Desthilatdariya AKP’ê keviran girê dide û kûçikan berdide. Gelo ma feraseteke siyasetê yê wiha dibe? Di vê rewşê de em dikarin ji AKP’yiyên li Kurdistanê re bibêjin siyasetmedar? AKP’yiyên li Kurdistanê sîxurên mêtingerên qirker in. Ji ber ku ger bi rastî jî siyasetmedar bûna, di dema ku ew qas HDP’yî tên girtin û tundî lê tê kirin de dê dest ji siyasetê berdana. Dê dest û lingên kesekî girtî bin û dê yê din jî mistan lê bixin! Gelo ma boksa wiha dibe? Madem boks wiha nabe, di wê demê de siyaset û siyasetmedarên wiha jî nabin. Ji ber vê, yên ku li Kurdistanê di nava AKP’ê de cih digirin, siyasetmedar nîn in. Niha li Kurdistanê siyaseteke ku ji salên 1930’î paşvemayîtir heye. Di salên 1930’î de walî û qeymeqamên bajar û navçeyan di heman demê de rêveberên bajar û navçeyan ên CHP’ê bûn. Niha jî li Kurdistanê walî û qeymeqam ên di rewşa serokên AKP’ê yên bajar û navçeyan de ne. Lewre ku qeymeqam niha wek qeyûm hatine tayînkirin û di heman demê de jî serokatiya şaredariyê dikin. Li Kurdistanê siyaset tune ye. Siyaset hatiye kuştin.Tenê kesên ku ne li dijî polîtîkaya AKP’ê û dewletê, dikarin siyasetê bikin û biaxivin. Yên li dijî polîtîkaya AKP û dewletê derdikevin jî sûcdar in. Di serî de jî yên li dijî mêtingeriya qirker derdikevin sûcdar in. Tenê ji kurdên dijminên Tevgera Azadiyê ya Kurd re mafê jiyanê heye. Ew jî tenê ji bo niha! Ji ber ku hedefa esasî niha Tevgera Azadiyê ya Kurd e û hemû kesan jî niha li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi kar tîne. Heta ku dewlet dengê xwe ji yên dibêjin ‘em dewlet an jî federasyonê dixwazin’ re dernaxe. Hema tenê bila piştgiriyê nedin Tevgera Azadiyê ya Kurd û li dijî PKK’ê, HDP’ê û DBP’ê derkevin. Tenê ji bo ku ev derdor dijberiya PKK’ê dikin, tiştek ji wan re nayê gotin. Dewleta osmanî her tim ji bo têkbirina eşîrekê çav li hêzbûna eşîrên din digirt. Kîjan bi pêş biketa vê carê jî çav li yên din digirt û ew eşîra ku bi hêz dibû ditepisand. Ango ji bo qelskirina eşîra esasî, yên din bi kar dianîn. Niha jî heman polîtîka di meriyetê de ye. Di demên berê de osmaniyan û niha jî dewleta TC kurdan wek amûrekê bikaranînê dibîne. Xulam, xayîn û noker ji bo hinek firsendên ji wan re hatin dayîn, xayîntî, nokerî û xulamtiyê wek rûreşên dîrokê dikin. Dibe ku hinek kurdan di demên berê de bi hêviya ku dê AKP pirsgirêka kurd çareser bike, deng dabe AKP’ê. Lê niha tu hincetên dengdayîna AKP’ê nemane. Êdî mayîna li cem AKP’ê tê wateya xizmetkirina ji dijminatiya kurdan re. AKP êdî çi bike dê weke dijminê kurdan bê dîtin? AKP hemû kurdên xwedî îrade tune dike. Jixwe her roj bi gotina yek milet û yek welatî dide xuyakirin ku qirkerên gelê kurdin. Kesên kurdîtiya xwe diparêzin dê bixin zindanan lê yên xizmeta dijminê kurdan AKP’ê dike dê azad bigerin! Kîjan wîjdan vê qebûl dike? Kîjan wîjdan ji van AKP’iyan re dibêje siyasetmedar? Ger siyaseta demokratîk piranîparêz be, dikare hebe. Tenê dê zihniyeta serdest xwedî mafê her gotinekê be û li vir jî behsa siyasetê tê kirin! Xelk henekê xwe bi van gotinan dike. Li Kurdistanê tiştekê weke siyasetê nîne. Tenê êrîşa mêtîngerên qirker a li dijî kesên nasname, ziman, çand, hebûn, azadî û îradeya xwe ya siyasî diparêzin, heye. Li Kurdistanê li dijî gel êrîş heye. Li dijî siyasetmedarên ku îradeya gelin, êrîş heye. Tu cîdiyet û hevirgtiyekê gotinên van êrîşkaran ên weke ‘êrîşî siyasetmedarên me dikin’ nîne û jixwe tu kes jî cidî nabîne. Tu wateya gotina van kesên ku bi hezaran siyasetmedar girtin a ‘êrîşî partiya me kirin’ nîne. Tenê kesên ku li dijî girtina HDP’yiyan derdikevin dikarin van gotinan bikin. Lê ew jî nikarin bibêjin li Kurdistanê siyaset heye. Gotineke wiha heye: “Tiştên ku tu naxwazî li hemberî te bê kirin, ji bo kesekê din jî nexwaze.” Kengî AKP’yî li dijî êrîşên li hemberî HDP’yiyan derketin, wê demê mafê wan ê şermezarkirina jî dê hebe. Ev rastiyeke ku ji roja bidarvekirina Şêx Saîd û hevalên wî heta niha li Kurdistanê mafê siyasetê hatiye qedexekirin. Kengî kurd hinekê xwe birêxistin bikin û hewlbidin ku bibin temsîla vîna gel, di demê de êrîşî kurdan dikin. Ev kurd jî yan bi qirkirinên siyasî re rû bi rû dimînin, an hatine bidarvekirin an jî bi cezayên mûebbeta girankirî di zindanan de hatine rizandin. Di demên berê de ji bo şikandina vînê, bidarve dikirin lê niha bi mûebbeta girankirî ango zilma di tevahiya jiyanê ve tên cezakirin. Ev jî têra wan nake û dibêjin ‘em darvekirinê dixwazin’. Bêguman vê darvekirinê jî ji bo siyasetmedaran dixwazin bînin. Tayyîp Erdogan her bihostekê Kurdistanê veguherandiye qada şer. Her roj dibêje ‘me ewqas kuştin, me ewqas bidarvekirin û me ewqas birîn’. Li cihekê ewqas pesnê şer tê dayîn bêguman dê mirov bimirin û birîndar bibin. Jixwe rojane di TV û rojnameyan de propagandaya gotinên ‘me ewqas kuştin’ dikin. Weke navê xwe jî, ev şer e! Lê ya li Kurdistanê pêk tê, şerê qirêjiye. Heta ku şerê qirêjiya qirêjiyê ye. Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP’ê dê ji ber qetilkirina sivîlên di bi navê ‘şer’ de qetilkirin, bên darizandin. Desthilata AKP’ê di nava 15 salan de bûye kujerê bi sedan zarok û bi hezaran sivîlan. Ji ber ku kujerê tu cînayetekê heta niha nehatiye deşîfrekirin û darizandin.