Parezerên Demîrtaş xwe ji rûniştina dozê vekişandin 2017-07-07 11:17:41 ENQERE - Parêzerê Hevserokê Gişti yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, ji ber Demîrtaş anîna bi kelepçe red kir û rayedaran ew neanîn dadgehê, neanîna Demîrtaş şermezar kirin û xwe ji rûniştina dozê vekişandin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, li bendê bû îro yekem car derketiya pêşberî dadgehê. Rûniştina Demîrtaş dê li 35’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê bihata dîtin. Lê ji ber ku xwestin Demîrtaş bi kelepçe bînin salona dadgehê û Demîrtaş ev yek qebûl nekir, Demîrtaş neanîn salona dadgehê. Parêzerên Demîrtaş jî li hemberî helwesta kelepçekirina Demîrtaş û neanîna Demîrtaş a dadgehê xwe ji tevlêbûna rûniştina dozê vekişandin.