23 gundên Mêrdinê hatin qedexekirin 2017-07-07 11:38:43 MÊRDÎN – Walitiya Mêrdînê di malpera xwe ya fermî de diyar kir ku li 23 gundên Mahsert, Nisêbîn û Artukluyê derketina derve hatiye qedexekirin. Walitiya Mêrdînê di malpera fermî de diyar kir ku li 23 gundên Mêrdînê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Walîtiyê diyar kir ku li gundên Harmankaya, Duygulu, Kovanli yên girêdayî Mahsertê, gundên Guvenli, Heybeli, Çalikoy, Dalliagaç, Îlkadim, Gorentepe, Buyukkardeş, Kuçukkardeş, Yavrukoy, Korukoy, Akarsu, Kuyular, Doganli, Karacakoy, Serikanya, Erdogdu, Dirim yên girêdayî Nisebîne û gundên Ahmetli, Aytepe û Sulak yên girdêdayî Artukluyê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Walîtiyê anî ziman ku heta fermana duyemîn dê qedexe bidome. Li herêmên ku qedexeya derve hat îlankirin liv û tevgera leşkeran zêde bûye.