Yuksekdag a SEGBİS red kir tev li rûniştinê nebû 2017-07-07 12:19:53 WAN – Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag, ku bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" Te darizandin, tevlêbûna bi SEGBİS’ê red kir û tev li rûniştina dozê nebû. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê û parlamentera HDP'ê ya Wanê Figen Yuksekdag tevbêbûna SEGBÎS'ê red kir û tev li rûniştinê nebû. Der barê Yuksekdag de bi hinceta di 27'ê Cotmeha 2015'an de li navçeya Erdîşê beşdarî mesamek vekirinê bûye, bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" doz hatibû vekirin. 3'emîn rûniştina doza Yuksekdag li 1'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Erdîşê hat dîtin. Yuksekdag tevlêbûna bi pergala SEGBİS'ê red kir û tev li rûniştina dozê nebû. Heyetê rûniştina dozê taloqî 15'ê mijdarê kir.