Demîrtaş: Em ê li dijî bêedaletiyê tim têbikoşin 2017-07-07 12:40:06 ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selehattîn Demîrtaş ku ferzkirina kelepçeyê red kir wiha got: “Em ê bi her awayî li dijî bêedaletiyê têbikoşin û rûmeta vîna gela xwe biparêzin.” Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş mecburiyeta kelepçeyî anîna dadgehê red kir. Demîrtaş derbarê vê pêkanînê de bi riya parêzerên xwe peyamek şand. Parêzeran peyama Demîrtaş bi dihaberê parve kir. Peyama Demîrtaş ev e: “Duh jî ji ber sedema ku di rîngê de pêkanîna kelepçeyê li min hat ferzkirin, min qebûl nekiribû. Hêj ez parlamanter im û destnedayîna min heye. Ez vîna gel temsîl dikim. Di wesayîta rîngê de ez vê pêkanîna keleçpeyî wek pêkanîneke derqanûnî û derehlaqî dibînim. Ji ber ku min kelepçe qebûl nekir, ber destê sibê saet li dor 04.00’an bêyî ku min li rîngê siwar bikin, ji ber deriyê girtîgehê min paş de şandin hucreyê. Ez ji vê doseyeyê bi awayekî negirtî têm darizandin û mafê min ê darizandineke adil hat astengkirin. Di ser dosyeya ku ez bi awayekî girtî pê têm darizandin 8 meh derbas bûne, lê hîn jî roja wê nediyar e. Em ê bi her awayî li dijî bêedaletiyê têbikoşin û em ê rûmeta vîna gela xwe biparêzin.” DOZ HAT TALOQKIRIN Piştî ku Demîrtaş anîna kelepçeyî red kir û wî neanîn dadgehê, parêzeran jî ev pêkanîn şermezar kirin û daneşîna dozê taloqî 24’ê mijdarê hat kirin. Piştî ku parêzeran eywana danişînê terk kir heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir. Heyetê biryar da ku Demîrtaş bi riya SEGBÎS’ê tevlî daneşîna bê bibe. Heyeta dadgehê biryar da ku ji fakulteyên hiqûqê yên Zanîngeha Enqere, Zanîngeha Gazî, Zanîngeha Hacettepe, Zanîngeha Bîlkentê, Zanîngeha Başkentê, Zanîngeha Ufuk û Zanîngeha Atilimê kesên pêzan tayînî dosyeyê bike.