Ji kesê îstismarî zarokê 12 salî kir re 16 sal ceza xwest 2017-07-07 12:49:31 MÊRSÎN - Dozger ji zilamê 55 salî Ali. K. yê îstîsmarî zarokê 12 salî kir re 16 sal ceza xwest. Li taxa Kizkalesi ya Erdemlî ya Mêrsînê Alî K. ê 55 salî di 19'ê Tebaxa 2016'an de îstîsmarî zarokê 12 salî L.H. yê ji Sûriyeyê kiribû. Der barê Alî K. de doz hat vekirin û rûniştina dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hat dîtin. Ali K. ê li Girtîgeha tîpa E ya Mêrsînê û parêzerê xwe û wekilê Wezareta Malbaten Polîtîkayên Civakî û Malbatî Merve Sari amade bû. Ji ber ku heyeta dadgehê hat guhertin îdîanameya berê duhare hat xwendin. Piştî parastinê Dozger der barê Ali K. de xwest bi sucdariya "Îstîsmara zarok" 16 salan bê ceza kirin. Parêzerê mexdûr L.H. jî diyar kir ku li azadiya zarok gef xwariye û xwest 1-5 sal ceza bê zêdekirin. Heyetê der barê Ali K de biryara berdewama girtinê da û doz taloqî 10'ê Tîrmehê kir.