Meşvanên Edaletê gihîştin sînorê Stenbolê 2017-07-07 13:17:08 STENBOL – Meşa Edaletê ya ku ji Enqerê destpê kir di roja 23’emîn de gihîşt sînorê Stenbolê. Meşa Edaletê ya ku ji Enqerê destpê kir di roja 23’emîn de gihîşt sînorê Stenbolê. Serê sibê meşê ji Qişleya Topçu ya Gebzeyê destpê kir û Kiliçdaroglu û bi hezaran kes meşiyan. Meş dema gihîşt sînorê Stenbolê hejmara girseya ji 50 hezar kesî bihûrî. Kiliçdaroglu li ber tabeleya sînorê Stenbolê sekinî û wêne kişand. Ji ber îzdîhamê Kiliçdaroglu nikaribû daxuyaniyê bide. Li ser sînorê Stenbolê gelek kesan girseyê pêşwazî kir. Bi deh hezaran kes bi berzkirina dirûşmeya “Maf, hiqûq û edalet” gihîştîn ser sînorê Stenbolê. Li taxa Şîfa ya Tuzlayê navbera nîvor dan meşê û dê piştî bêhnvedanê meş carek din destpê bike.