Selma Irmak: Tirkiye bi darizandina me rûmetê winda dike 2017-07-07 14:38:21 AMED - Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê yê Colemêrgê Selma Irmak li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Irmak nehat berdan. Irmak bi kurdî parastin kir û diyar kir ku mafê wê yê parastinê hatiye astengkirin. Irmak, anî ziman ku bi darizandina wan Tirkiye rûmeta xwe winda dike. 3'emîn rûniştina doza parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, ku dozger der barê wê de heta 105 sal ceza dixwaze, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Irmak ji girtîgeha Sîlîvrî bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinê bû. Malbata Irmak, Parlamenterên HDP'ê Meral Danış Beştaş, Ziya Pir, Leyla Birlik, İmam Taşçier û Nihat Akdogan, endam û rêveberên HDP, DBP'ê li salonê amade bûn. Dozger îdîa kir ku Irmak dema Hevseroka KCD'ê bû, propaganda rêxistinê kiriye û rêxistin teşwîkî çalakiyan kiriye. Dozger îdîa kir ku KCD di bin biryara KCK’ê de tev digere û bi "endamtiya rêxistinê" tawanbar kir. 'GIRTINA MIN FÊDÊ NADE TIRKIYE' Irmak, piştre bi kurdî parastin kir û wiha got: "Ez hemû îdîayên der barê xwe de qebûl naki. Ez niha tu daxuyaniyê nadim. Ez demê dixwazim. Di rûniştina din de min xwest amade bibim. Lê daxwaza min nehat qebûl kirin. Mafê min ê parastinê hatiye îhlalkirin. Êdî dadgeh bûye sanal. Ez dixwazin di rûniştinek din de li salonê amade bim. Pirsgirêkên siyasî li salonên dadgehê dubare dibin. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêka ku em li salonên dadgehê bi axivin. Ev pirsgirêk bi cezakirinê çareser nabe. Axaftin û peyamên me dibin sûc û li me vedigerin. Dixwazin me bi axaftinên me ceza bikin. Lê ev pirsgirêk bi axaftin û diyalogê çareser dibe. Ger ku parastinên siyasetmedarên kurd li salonên dadgehê bên astengkirin. Rewşa Tirkiye her ku diçe xerab dibe. Tirkiye ketiye nava glokekê û li erdê digere. Hemû hilbijêrên kurd ên siyasetê û aştiyê dixwazin tev îro girtî ne. Meclîs îro bê tesîr maye. Ji ber OHAL'ê îro demokrasî li holê nemaye. Pirsgirêka kurd girîng û giran e. Em ne dijminê vî welatî ne. Em welatparêzên vi welatî ne. Em naxwazin bi dijmantî li me binerin. Girtina me tu fêdeyê nade Tirkiye. dijberi vê yekê îtîbara Tirkiye kêm dike. Îtîfaka bi kurdan re tenê bi çareseriya pirsgirêka kurd çareser dibe." IRMAK NEHAT BERDAN Prz. Reyhan Yalçindag jî anî ziman ku di komkirina delîlan de kêmasî hene û xwest Irmak bê berdan. SÛCDARKIRINA KCD'Ê HANDÎKAP E Pişti rûniştinê parlamenterên HDP'ê li ber avahiya edliyê daxuyanî da û diyar kir ku sûcdarkirina KCD'ê handîkap e û ev yek nayê qebûlkirin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş, anî ziman ku dozger KCD'ê tawanbar dike û ev yek li dijî hiqûqê ye. Beştaş, anî ziman ku tenê wekîl nayên darizandin û di şexsê wan de 6 milyon mirovên dengê xwe dane wan tên darizandin.