Bi hinceta wezaret naşîne mehaneya karkeran nadin 2016-12-08 16:00:38 ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Şirnexê mehaneya 130 karkerên taşeron ên şaredariyê bi hinceta "Wezareta Karên Hundir naşîne" 2 meh in mehaneya karkeran nade. Piştî desdayina Şaredariya Şirnexê bi hatina qeyûm ve pereyê 130 karkerên taşeron yên şaredariyê nerazandiye. Xebatkarekî şaredariyê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku qeyûm ji karkeran re gotiye "Tu tişt di destên min de tune ye. Pereyê we ji hêla Wezareta Karên Hundir ve tê astengkirin." Karkerê ku nexwes navê xwe bide anî ziman ku dixwazin wan ji kar derbixin û cerdewanan tli şûna wan bigirin kar û wiha got: "Çavên wan lê ye me ji şaredariyê derbixin û alîgirên xwe li şûna me bi cih bikin. Ji xwe xaniyê me hat hilweşadin. Em bi xwe di kirê de ne. Ji her awayî me mexdûr dikin. Lê em şaredariyê ji wan re nahêlin. Şaredarî şaredariya me ye."