Girtiyê nexweş Avci jiyana xwe ji dest da 2017-07-07 14:50:46 STENBOL – Girtiyê nexweş Kemal Avci yê ku cezayê wî hat taloqkirin û di 11'ê tîrmeha 2016'an de ji Girtîgeha Sîlîvrî tahliye bûbû, ji ber nexweşîna penceşêra mîdeyê jiyana xwe ji dest da. Girtiyê nexweş Kemal Avci piştî di 2013’an de ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tahliye bû, di nîsana 2016’an de bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” û “Propagandaya rêxistinê kiriye” 12 sal ceza lê birîn û şandin Girtîgeha Hejmara 2’emîn a Tîpa L a Sîlîvriyê. Avci yê bi nexweşîna penceşêra mîdeyê têdikoşiya, dozger cezayê wî taloq kir û di 11’ê tîrmeha 2016’an de tahliye bû. Avci yê li Nexweşxaneya SSK’ê ya Okmeydani dihat dermnakirin di saetên nîvro de jiyana xwe ji dest da.