Jina du canî 4 roj e di bin çavan de ye 2017-07-07 15:08:50 ÎZMÎR - Di 3'yê Tîrmehê de li Îzmîrê di serdagirtina malan de jina bi navê Zara Koç a 9 meh e du canî ye jî hatibû binçavkirin, xwasiya Koç da zanîn ku bûka wê nexweşa dil e û wiha axivî: "Dê bûka min di nezaretê de çawa biwelide? û parêzer Mehmet Bayraktar jî aşkera kir ku ji bo rewşa Koç li ber çavan bê girtin, wan bi daxwaznameyekê serlêdan kiriye û divê demek ji ya din zûtir îfadeya wê bê girtin. Di serdagirtinên 3'yê Tîrmehê de li Îzmîr û Mêrdînê 13 kes hatin binçavkirin û Zara Koç a 9 meh e du canî ye, hat binçavkirin. Der barê sedema binçavkirina welatiyan de hêr rayedaran tu daxuyanî neda ye, hat gotin ku biryara veşarî li ser dosyayê heye. Her wiha hat gotin ku Mehmet Alî Koç ê 80 salî jî hatiye binçavkirin û gelek nexweşiyên wî hene. ‘BÛKA MIN LI BER WELIDANDINÊ YE' Vahîbe Koç a 66 salî, aşkera kir ku bûka wê Zara Koç, 3 zarokên wê yên keç, 3 kurê wê û hevjînê xwe re hatiye binçavkirin. Dayik Koç aşkera kir ku ew di heman avahiyê de bi hev re dijîn, polîsan di serdagirtina malê de li deriyê bûka wê daye û her dem navê wê bi kar anîne û wiha pê de çû: "Dema ez peyayê jêr bûm, beyî ku li temenê min binhêrin, çek kutan singa min, nehiştin ez nêzîkî bûka xwe ya bi zar bim. Min got bûka min li ber welidandinê ye, bila netirse û nehiştin ez nêzê wê bim" Koç da zanîn ku di serdagirtinê de bûka wê sanciyên welidandinê derbskirine û piştrast kir ku zarokên wê jî hatine binçavkirin. Koç destnîşan kir ku bûka wê di heman demê de nexweşa dil e, di nava mehekê de wan 4 caran biriye nexweşxaneyê, ji ber ku bi zar e, dermanan bi kar nayne. Koç got ku bijîşkar diyar kiriye ku heta welidandina wê neqede, ew nikarin dest bi dermankirinê bikin, rixmê vê jî di bin çavan de tê girtin. Koç pirsa "Dê bûka min çawa di bin çavan de biwelide?" jî kir û xwest demildest bûka wê serbst bê berdan. HÊJ JI BEKÎR KOÇ AGAHÎ NAYÊ GIRTIN Koç derbirî ku kurê kurê wê Bekîr Koç beriya operasyonê bi bûka wê re bi têlefonê axiviye û pişt re ji Amedê çû ye Qoserê û piştî telefon hatiye qûtkirin 10 deqîqe şûn ve li kurê xwe geriyaye û ne gihîştiyê. Koç da zanîn ku ji 3’ê tîrmehê û vir ve agahî ji kurê xwe nagire û wiha domand: “Herî dawî di axaftina polîsan a di navbera wan de ‘Me Bekîr hilda’ tê bîra min. Ez wisa difikirim. Kurê min hat kuştin an jî saxe em nizanin. Kurê min li ku ye?” 'LI SER BIRÎNDARIYÊ JÎ LÊ ÎŞKENCE KIRIN’ Hevjîna Abdulkadîr Aksu yê di operasyonê de hat binçavkirin Fatma Aksu jî got ku hevjînê di kêliya êrîşê de xwe ji qata 4’an avêtiyê xwarê. Aksu diyar kir ku hevjînê dema polîsên namlu dirêj dîtiye ji ber xofa wan xwe avêtiye xwarê û bi awayekî birîndarkirî îşkence li hevjînê wê hatiye kirin. Aksu got ku ew ji rewşa hevjînê xwe ne agahdar e. 'FAYANSÊN MALÊ JÎ JI CIHÊ WAN KIRIN’ Xizmên Ahmet Çîçek ê ku li navçeya Selçûkê hat binçavkirin jî ev agahî dan: “Ahmet û hevalê wî ji Sûriyê li qahwexanê hatin binçavkirin. Em ber bi wan ve çûn lê polîsan bi çekên namlû dirêj gef li me xwarin. Polîsan ji me re got ‘Hûn werin em ê berî we bidin.’ Pişt re bi ser mala Ahmet de girtin û heta jêrzemîna avahiyê jî kolan. Fayansan ji cihê wan kirin lê tiştekî nedîtin.” ÎHD: NAVÊ VÊ ÎŞKENCE YE Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek jî binçavkirin û îşkenceya dayikek ducanî ya 9 mehî bi tu awayî nayê qebûlkirin û ne dayîna sandelye bi serê xwe sosret e. Çîçek da zanîn ku divê li şûna binçavkirinê ewil wê bibin nexweşxaneyê û wiha got: “Binçvakirina dayikek ducanî ya 9 mehî li dijî mafê mirovan e. Ez bang li rayedaran dikim ku ev dayik demildest serbest bê berdan.” TJA: DIVÊ RÊXISTINÊN JINAN XWEDÎ DERBIKEVIN Berdevak Tevgera Jinên Azad (TJA) a Îzmîrê Dîlan Akpolat jî li dijî binçavkirina Koç a ducanî nerazîbûn nîşan da û wiha axivî: “Dayik li ber welidandinê ye. Ji dayikbûna pidikê wê bi xeter ye. Dayikek wiha ku li be welidandinê ye îşkence lê tê kirin. Ev şert nayên qebûlkirin. Divê ku rêxistinên jinan nerazîbûn nîşan bidin. Pêwîste hemû jin xwedî li Zara Koç derbikevin.” BAYRAKTAR: BERSIV NEDAN SERLÊDANA ME Parêzer Mehmet Bayraktar jî anî ziman ku wan li dijî binçavkirina îtîraz kiriye lê hêj bersiva wan nehatiye dayîn û hêj bi binçavkiriyan re hevdîtin pêk ne anîne. Bayraktar destnîşan kir ku divê demildest îfadeyên Zara Koç bê girtin û hewldanên ji bo serbestberdana Koç hemû bê bersiv mane.