Di êrîşa polîsan de 2 kes hatin binçavkirin 2017-07-07 15:21:24 ENWERE – Bi dijwarî dîsa êrîşê çalakiya "Em karê xwe dixwazin" ya li Kolana Yukselê kirin. Çalakvanan hêj pankart venekiribû, polîsan êrîş kir û 2 kes binçav kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 121 roj e didome, çalakiya piştgiriyê ya "Em karê xwe dixwazin" di roja 241'an de berdewam kir. Duh kesên bi navê Acun Karadag, Nazan Bozkurt, Nazîfe Onay, Esra Ozakça û Abîdîn Sirma hêj nehatine berdan, Hatîce Yuksel û kesên piştgirî didan wê li Kuçeya Karanfîlê li hev civiyan. Çalakvanan pankarta “Çalakya greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh di roja 121’an de ye, karê xwe xwestin ne sûc e kesên di bin çavan de serbest berdin” vekirin, lê polîsan êrîşê çalakvanan kir. Polîsan pankart qelişand û Hatîce Yuksel û kesekî din ve binçav kir. Polîsan çalakvan dan ber mertalan û heta Kolana Meşrutiyetê dev da. TTB: BILA LI KARÊ XWE VEGERIN Serokê Konseya Navendî yê Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Reşît Tukel, ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça, li Konseya Navendî ya TTB'ê daxuyanî da çapemeniyê. Tukel aşker kir ku Gulmen û Ozakça kîlo winda kirine, bê halî û bê hêzin û wiha axivî: "Nikarin ji cihê xwe rabin. Ji ber vîtamîna B1, vê yekê pêşî li xesara norolojîk girtiye. Birçîbûna demdirêj, bandoreke xirab li ser hemû lebatan dike, ev dibe sedema kêmasiya lebatan û mirinê bi xwe re tîne." Tukel xwest di serî de Ozakça û Gulmen, divê hemû karkerên cemaweriyê vegerin karê xwe.