Baroya Amedê: Ji bo Tahîr Elçî edalet 2017-07-07 15:23:24 AMED – Baroya Amedê ji bo Tahîr Elçî li ber Edliya Amedê daxuyani da û daxwaza “edaletê” dûbare kir. Endam û rêveberên Baroya Amedê vê hefteyê jî, bi boneya dosyeya lêpirsînê ya Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de li Sûrê hat qetilkirin bi bandor bê birêvebirin li ber Edliya Amedê daxuyanî dan. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Em te jibîr nakin” vekirin. Endamê Lîjneya Rêveberiya Baroya Amedê Mahsum Batil di çalakiyê de axivî û wiha got: “Bi hefteyan e em li edaletê digerin. Lê hemû hewldanên me bêencam dimînin. Li Tirkiye ji ber bêedaletî û êrîşan daxwaza edaletê di nav hemû beşên civakê de balev bû. Ez gotina feylozof Arîsto ‘Edalet ji bo herkesî girîng e’ bibîr dixim. Heta kujerên Elçî derkevin holê em ê têkoşîna xwe dewam bikin.” Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.