Meşvanê edaletê hat binçavkirin 2017-07-07 15:46:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Meşvanê Edaletê Adem Kizilçay yê ji Îzmîrê dimeşiya Enqereyê hat binçavkirin. Welatiyê bi navê Adem Kizilçay ji bo piştgirî bide çalakiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ji Îzmîrê dimeşiya Enqereyê. 3 hefte bû Kililçay dimeşiya û xwe gihadibû Yapracikê. Hat diyarkirin ku Kizilçay kekê Îsmaîl Kizilçay yê di komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayî ye. Dihat payîn ku Kizilçay meşa xwe li Enqereyê bi dawî bike.