Tugluk: Xweseriya demokratîk li gelek qadên cîhanê encam girt 2017-07-07 15:46:32 ENQERE – Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk, ku ji ber axaftinê xwe tê darizandin, yekem car derket pêşberî dadgehê. Tugluk, diyar kir ku modela wan a Xweseriya Demoratîk li gelek qadên cîhanê encam giriye û be ser ketiye. Tugluk, anî ziman ku wan xwest vê modelê li rêveberiyên herêmî jî têxin meriyetê. Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk, ku di 28'ê Kanûna 2016'an de bi îdîaya "rêveberiya rêxistinê" hat girtin, yekem car derket pêşberi dadgehê. Rûniştina doza Tugluk li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat ditin. Zêdeyî 10 parêzer beşdarî rûniştina doza Tugluk bûn. Parlamentera HDP'ê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu, Serokwekîla Meclisa Tirkiyeyê Pervin Buldan, Parlamenterên HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca û Sibel Yigitalp, Parlamentera Rihayê Dilek Ocalan û Endama Melîsa Partiyê Ayşe Berktay, le endamên meclîsê yên jin li salonê amade bûn. Beşdarên runiştinê siloganên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Rûniştina dozê bi xwendina nasnameyan dest pê kir. Piştre îdîaname hat xwendin. Di îdîanameyê de axaftinên Tugluk ên dema Hevseroka KCD'ê bû û wekîla Wanê bû û axaftinên wê yên meclîsa KCD'ê weki sûc hatin dîtin. Piştî îdîaname hat xwendin, heyeta dadgehê biryar da ku tenê 3 parêzer Tugluk biparêzin. Prz. Levent Kanat ev biryara dadgehê îtîraz kir û anî ziman ku bi vî rengî mafê wê yê parastinê tê binpekirin. Kanat, anî ziman ku ev biryar li dijî hiqûqê ye. Heyetê piştre dîsa biryar da ku tenê 3 parêzer tev li rûniştinê bibin. Prz. Alişan Şahin jî biryara dadgehê red kir û anî ziman ku ev nayê qebûl kirin. Tugluk parastin kir û sucdariyên der barê xwe de red kir. Tugluk, anî ziman ku KCD di sala 2007'an de hat avakirin û ji wê demê heta niha bi awayekî fermî û zagonî xebatên xwe dimeşîne. Tugluk, da zanîn ku dema Cemil Çiçek serokê meclîsê bû ji wan re daxweznameya fermî şandine û KCD platformek fermî û zagonî ye. Tugluk, da zanîn ku KCD ne dijzagonî ye û wiha got: "KCD ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rol da ser xwe. Li ser pirsgirêkên siyasî û civakî yên civakê lêkolîn kir û li çareseriyê geriya. Ev çawa wekî rêxistina terorê tê pênasekirin. Modela me ya Xweseriya Demoratîk li gelek qadên cîhanê encam giriye û be ser ketiye. Me xwest vê modelê li rêveberiyên herêmî jî têxin meriyetê. Me xwest bi riya çareseriya demokratik pirsgirêkê bigirin dest. Me di aliyê wîcdanî û ahlakî de moledek ava kir. Di niqaşên vê modela Xweseriya Demokratik de gelek akademîsyen û pisporan cihê xwe girt. Ger ku modela çareseriya demokratîk esas hatiba girtin 3 salin xwîn nedihat rijandin. Niha çareserî di merlayek mezintir debûya 20 milyon insan vê modelê dixwaze û qebûl dike. Di rêziknameya HDP'ê de jî cihê xwe digire. Pirsgirêka derdikevin pêşberî jinan, ekolojiyê, azadiyê û kuştinên kujerên wan ne diyar hemû divê bên çareserkirin. Disa pirsgirêkên di qada aborî û çandiniyê de divê bên çareserkirin. Ji bo aştiyê min di qada siyasî de rol da ser xwe. Min parêzeriya Brêz Abdullah Ocalan jî kir. Dema min bi Ocalan re hevdîtin kir jî qet min ji wî ferman negir. Ez parêzera Ocalan bûm. Dema ez çûm Îmraliyê heviyên min ên aştiyê zêde bûn. Min rolek rast da ser xwe. Me di sala 2011'an de wekî siyasetmedarekê li ser erdnîgariyek pir dijwar siyaset pêş xist. Min wekî mirovek ku çi dixwazim û dizanim çi dikim tev geriyam. Li dijî grevên birçîbûnê ji bo ku hikûmet têkeve nava tevgerê me daxuyanî dan. Piştî birayê Birêz Ocalan Mehmet Ocalan bi Ocalan re hevdîtin kir grevên birçîbûnê qediyan.Min çi kir min aşkere kir, Ez siyasetmedar im û her tiştî aşkere dikim. " Piştî parastina Tugluk heyetê navber da rûniştina doza Tugluk.