Qetilkirina jina penaber hat şermezarkirin 2017-07-07 16:02:29 STENBOL - Li navçeya Kaynarcayê jineke penaber a ji Sûriyeyê hatibû revandin, piştî îstismara zayendî, bi kurê xwe yê 10 mehî re bi awayekî hovane hatibû qetilkirin. Jin bi daxuyaniyekê ev hovîtî şermezar kirin. Li navçeya Kaynarcayê ya Sakaryayê jineke ji Sûriyeyê 7 meh bû du canî bû, du kesan ew û kurê wê yê 10 mehî re revandin, destpêkê êrîşa zayendî pêk anîn û piştre bi keviran serê wan pelixandin. Hat diyarkirin ku jina ciwan 20 salî bûye. Jin bal kişand ser vê hovîtiyê û aşkera kir ku tiştên qewimî ne pirsgirêkeke zîhnî ye û hişmendiyeke ku jinê wekî xanîmet dibîne, ev wehşet pêk aniye. 'HIŞMENDIYA XANÎMETÊ YE' Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şafak Ozanli da zanîn ku bi taybetî jin wekî xanîmeta şer tên dîtin û hovîtiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengalê bi bîr xist. Ozanli destnîşan kir ku li her derê cîhanê, jinan wekî çîna duyemîn dibînin û wiha pê de çû: "Ev êrîş polîtîkaya qirêj a şer e. Hîtler jî bi qirkirina jinan dixwest şer qezenc bike." 'DIVÊ EM HÊZA XWE BÊTIR NÎŞAN BIDIN’ Ozanli bal kişand ser zêdebûna êrîşên zayendî û cinayetên li dijî jinan ên di serdema AKP’ê de û wiha pê de çû: “Zêdebûna van bûyeran feraseta li hember jinê dide nîşandan. Gotinên siyasî di nav civakê de tên belavkirin û li dijî jinê tên bikaranîn. Gotinên ‘Jin nikarin bikin hîqe hîq’ di nav civakê de hatiye belavkirin. Ev gotin jî dibin sedema êrîşên zayendî û qetilkirina jinan. Divê jin bi hêz li hember vê bisekinin û hin bêtir hêza xwe deynin holê.” 'YÊN TÊN KIRIN WAHŞET E’ Endama KESK’ê Nûriye Şîmşek ji destnîşan kir ku di demên dawî de li dijî jinên penaber gotinên nijadperest zêde dibin û êrîşa li Sakaryayê nokteya dawî ya zayendperestî û nijadperestiyê ye. Şîmşek da zanîn ku gotinên nijadperestî li ser xwesteka desthilatdariyê pêk tê û ev tiştên tên kirin wahşet e. 'BÊTIR RÊXISTINÎ’ Şîmşek derbirî ku pêwîste jin pir cidî helwestek rêxistinî nîşanî qetilkirina jinan bidin û divê jin li hember her êrîşek biçûk jî nerazîbûna xwe bidin nîşandan.