HDP'iyan ji ber belavokan îfade dan 2017-07-07 20:53:59 MÊRDÎN - 4 endamên HDP'ê yên belavokên hilbijartinê belav kirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” îfade dan. Li Mêrdînê endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abîdîn Unay, Hamîde Çoltu, Murat Kayataş û Rûken Kaya ji bo ku di referandûma 16'ê Nîsanê de belavok belav kirin, îfade dan dozger. Endamên HDP’ê dema xwestibûn belavokan belav bikin, hatibûn binçavkirin û îro bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê îfade dan. Di belavokên hatibûn belavkirin de, tiştê wekî sûc tên nîşandn ev in: “Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex, Farqîn, Hezex û Gever rûxandin. Başûrê Rojava bombebaran kirin ev nayê pejirandin. Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag girtin û şaredariyên kurdan avêtin girtîgehê. Ev nayê pejirandin. Sûcdarên Cizîr û Roboskê nehatin darizandin. Divê hesabê ji van bê pirsîn. Em ji bîr nakin, napejirînin. Em kalekolan ji bîr nakin. Zimanê kurdî qedexe kirin ev nayê pejirandin. Ji hişmendiya yek al, yek dewlet û yek zimanî na."