Dosyaya ku sosretiyên wê zêde ber bi dawî ve diçe 2017-07-08 09:03:05 ÎZMÎR - Xwendekarên nijadperest li Zanîngeha Egeyê êrîş xwendekarên welatparêz kiribûn. Di bûyeran de berpirsyarê Ocaxên Ulkuciyan ê Zanîngeha Egeyê Firat Yilmaz Çakiroglu hatibû kuştin. Doza ku sosretiyên xwe gelekî zêde ne, beyî ku der barê Nurullah Semo yê bi birîndarî filitî tu delîlek hebe jî cezayê heta hetayê û 69 sal ceza tê xwestin. Di 20'ê Şibata 2015'an de li baxçeyê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Egehê êrîşa xwendevanên ulucu pêk hatibû û di bûyeran de berpirsyarê Zanîngeha Egeyê yê xwendekarê ulkucu Firat Yilmaz Çakiroglu hatibû kuştin. Doza ku hatibû vekirin ber bi dawî ve diçe. Doza ku yek jê girtî, 32 kes tên darizandin, dozgerê komarê mutalaya dozê aşkera kir, her çendî li holê tu delîl jî tune, ji Nurullah Semo re bi îdiaya "Bi zanebûn kes kuştiye" cezayê heta hetayê tê xwestin. Dozger bi vê yekê jî têr nebû, bi îdiaya Semo "Endamê rêxistinê ye" û "Li ser navê rêxistinê sûc kiriye" heta 69 salan ceza dixwaze. Meqama îdiayê di heman demê de ji Îsmaîl B. û Sezgîn Y. re jî 12 sal cezayê girtîgehê dixwaze. Ji 32 kesan re bi hinceta "Ji yekî zêdetir kes birîndar kirine û hewl daye wan birîndar bike" biryara beraetê da. Dozger di mutalaya xwe de îdia kir ku Cîhat B. "Berpirsyarê PKK'ê yê Herêma Anatolyayê ya Stenbolê ye" û der bare wî de axaftinên şahidan hene, di dema kuştina Çakiroglu de li gel Semo bûye û "alîkariya wî kiriye", der barê wî de jî lêpirsîn da destpêkirin. DER BARÊ XWENDEKARAN DE LÊPIRSÎN Dozger bi îdiaya kesên bi navê Nurullah S., Cîhat B., Sezgîn Y., Mevlan D., Botan T., Cenk Bariş K., Ceren D., Ersen Y., Hakan A., Selahattîn S., Tarik P., Yunus T., Beyza C., Mahsum Ç. û Abdullah Y. li Zanîngeha Egeyê "propagandaya rêxistinê kirine", di vê çarçoveyê de xebat dane meşandin û di avakirina PKK/KCK'ê de xwedî berpirsyar in, der barê wan de jî lêpirsîn da destpêkirin. HARDÎSKA KUŞTINÊ XIRAB DERKET Roja ku dozê dest pê kir heta niha, sosretiyên dozê neqediyan, harddîska ku di dema bûyerê de hemû dîmenên kuştinê têde bûn, teslîmê mercên lêpirsîn dan meşandin hatibû kirin. Harddîskê saxlem hatin teslîmkirin, hat îdiakirin ku şikestiye. Harddîsk destpêkê şandin TUBÎTAK, fîrmaya Arttîngo Data Rescue û herî dawî şandin Labaratuara Krîmînalê ya Cendirmeyan, bi tu awayî kopyayên wê nehatin girtin. ÇAKIROGLU PÊŞENGÊ ÊRÎŞKARAN BÛ Doza ku hêj dewam dikir, dîmenên kameraya zanîngehê jî derketin holê û tiştên diqewimin bi zelalî li holê ne. Di îdianameyê de tê gotin ku Çakiroglu ji bo îmzeya formasyonê bavêje çûye Fakulteya Wêjeyê, lê di dîmenan de tê dîtin ku Çakiroglu di destê wî de dar heye û ji koma destên wan de dar û kêr heyî re pêşengiyê dike û tê fakulteyê. Rixmê biryara dadgehê jî Semo ji zanîgehê hat avêtin. Doza ku Semo û 32 kes tên darizandin, taloqî 11'ê Tîrmehê hat kirin.