6 meh ceza dan parlamenterê HDP'ê Baluken 2016-12-08 16:35:37 MÊRDÎN - Li Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Baluken ê ku li Girtîgeha Kandirayê û ji ber axaftinên xwe yê mirovên li Cizîrê di jêrzemînan de hatin qetilkirin tê darizandin 6 meh cezaya girtîgehê birîn Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken ê li Girtîgeha Kandirayê girtî ye ji ber axaftina xwe ya li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di 7'ê Sibatê de kiriye îfade da. Di doza ku li 2'yemîn Dadgeha Cezeya Sulhê ya Mêrdînê hat dîtin de Baluken bi îdiayên ""heqeret" li Wezîrê Tenduristiyê Memhet Muezzînoglu kiriye û "Neteweya tirk, komar û Meclîs biçûk xistiye" heta 4 sal ceza bê cezakirin hat darizandin. Dîsa gotinên Baluken ên "Niha li Cizîrê Madimak û Kerbelaya sedsala 20'emîn tê jiyîn" jî wekî sûc hat dîtin. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, parêzerên Baluken Reyhan Yalçindag, Mesut Beştaş jî beşdar bûn, Baluken bi SEGBÎS'ê ji girtîgehê beşdarî dozê bû. Baluken anî ziman ku Serokwekîlê Koma Partiya ku 6 milyon deng girtiye di bin tecrîdê de tê girtin û wiha axivî: "Em bi awayekê bêhiqîqî hatin girtin. Li 6 bajarên cuda bi dosyayên cuda û dozgeran wekî li cihekî ferman hatiye dayîn di heman saetê de hatin binçavkirin û girtin." Baluken got ku kesên ku di jer zemînan de jiyana xwe ji dest dane dest û piyên xwe dihejînin û digerin lê kesên ku ji bo wan xilas bikin di girtîgehê de û di axaftina min de tu sûc jî tuneye, axaftina ku wî kiriye axaftinekî mirovî bûye, ger wê rojî ew mirov bihatana xilaskirin niha gelên bi hevre di nava aştiyê di dijîn hebûn. Parêzer Yalçindag jî bi bîr xist ku malbatên kesên ku li jêrzemînên Cizîrê jiyana xwe ji dest da axa zarokên xwe di poşetan de girtin û kesên ku ev sûc kirine nehatin cezakirin lê Baluken tê darizandin. Piştî parastinan heyeta dadgehê 6 meh cezaya girtîgehê da Baluken 6 meh cezaya li Baluken hat birîn piştre vegerandin 3 hezar û 600 TL cezaya pere.