Ji 3 kesan re xwarina kesekî, ji 17 kesan re kûpek av 2017-07-08 09:03:38 MÊRSÎN - Parêzer Mehdî Zana Akkaya bi miwekîlê xwe yê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê re hevdîtin kir, da zanîn ku xwarina kesekî didin 3 kesan, ji 17 kesan re jî rojê kûpek av dikeve. Akkaya piştrast kir ku îşkence, muameleya xirab û hemû tundiya dij mirovî dewam dike, heke zext bi dawî nebin, dibe ku girtî bikevin greva birçîbûnê. Bi OHAL'ê re zext û îşkenceya li girtîgehên Tirkiyeyê her roj zêde dibin. Ji van girtîgehan, Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsusê jî zêde bû. Girtîgeh li derveyê Tarsusê, li çoleke bêxwedî hatiye çêkirin û hêj gelek kêmasiyên wê hene, pîleya germahiyê ya li herêmê 50 ye û dewlet bi bêaviyê dixwaze girtiyan terbiye bike. Parêzerê Baroya Mêrsînê Mehdî Zana Akkaya rojên borî bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk anî û der barê îşkenceya li girtîgehê de agahî da. 'AV Û XARINÊ KÊM DIDIN' Akkaya aşkera kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê 92 girtiyên jin tên girtin û wiha axivî: "Di her koxûşê de 17 girtî dimînin û pêwîstiyên avê nayên pêşwazîkirin. Rojê kûpe av (damacana) didin 17 girtiyan." Akkaya piştrast kir ku hemû pêkanînên derveyê mirovahiyê li girtîgehê dewam dikin û wiha pê de çû: "Di navbera saetêm 08.00 û 10.00'an de, saetên êvarê jî di navbera 16.00 û 20.00'an de avê didin girtiyan. Xarina kesekî didin 3 kesan û girtî pêwîstiyên xwe ji kantînê jî pêşwazî nakin." 'DÊ BI GERMAHIYÊ ME BIKIJUN' Akkaya destnîşan kir ku bi germahiya rojê re, girtî gelekî tengasiyê dikişînin û wiha axivî: "Gotin ku 'dê me li vir bi germahiyê bikujin' û tu tiştê ku li wir xwe pê hênik bikin tune, ji ber avê nadin wan, di rewşeyeke gelek xirab de ne. Hemû alavên wan hatine desteserkirin, ji ber wê nikarin daxwaznameyekê jî binvîsin." 'EM Ê LI BER XWE BIDIN' Akkaya diyar kir ku bi OHAL'ê re binpêkirinên mafan gelekî zêde bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber îşkenceyên rojên borî, daxwazname ji Wezareta Edaletê re şandibûn. Girtiyan aşkera kir ku heke ev binpêkirinên mafan û êrîş bi dawî nebin, dê li ber xwe bidin û heke pêwîst bike dê bikevin greva birçîbûnê. Divê her kes di aliyê Girtîgeha Tarsusê de serwext be."