'Bi guhertina qanûnî re dixwazin 'parêzerê memûr' bînin' 2017-07-08 09:04:10 EDENE / MÊRSÎN - Bi Qanûna Dadgehên Hiqûqî re tê xwestin ku Gelaleya Pêşnûmeya Qanûnên Di Hin Qanûnan de Guhertinê pêk bînin. Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk ev mijar nirxand û ev tişt got: "Bi vê rêyê tê xwestin ku kesekî li gorî dozger tevbigere, bi gotinên xwe divê hêrsa dozger neyne, mafên miwekîlê xwe neparêze jî dibe û 'parêzerê memûr' bînin." Bi Qanûna Dadgehên Hiqûqê (MHK) yê re di hin Gelaleya Pêşnûmeya Qanûnên Di Hin Qanûnan de Guhertinê de sererastkirinê pêk tîne, ev di malpera înternetê ya Midurên Giştî ya Wezareta Edaletê de hat weşandin. Bi vê rê tê gotin ku dixwazin "pêşî li parastinê" û "Parastina bi parêzer" bigirin. Di pêşnûmeyê de tê gotin ku "Wekîl an jî kesê wekalet dayî, heke helwesteke wî/ê ya ne erênî bê dîtin" dê li gorî xala 3'yemîn a madeya 79'an, dê guhertin bê kirin, heke rewşeke parêzer a ne guncav bê dîtin, dê pêşî li wan bê girtin. Di pêşnûmeyê de guhertineke girîng jî ew e, parêzerê dibe sedema paşvexistina rûniştinê, heke di rûniştina pêşerojê bê dîtin sûcek kiribe, an jî bûbe sedema sûcekî adlî, dê neyê qebûlkirin û bê hişyarkirin. Heke parêzer li gorî vê hişyariyê tevnegere, sûcê xwe yê adlî berdewam bike, dê li gorî hukmê heyî girtek bê amedekirin. Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk pêşnûme nirxand û aşkera kir ku bi biryara dadger re, parêzer ji darizandinê tê dûrxistin û her tiştî li gorî însafa dozger tê sererastkirin. Kuçuk aşkera kir ku hemû rayeyan didin destê dozgeran û dozger çawa bixwazin wisa dikin û wiha axivî: "Desthilatdariya siyasî piştî hemû daraz xist bin destê xwe, niha jî mafê parastinê asteng dike." Kuçuk piştrast kir ku dixwazin parêzerên memûr bi pêş bixin û xwest li dijî madeya 3'yemîn a MHK'ê ya li madeya 79'ê tê zêdekirin derkevin û vê madeyê qebûl nekin.