Zarok: Polîsan got 'eşeda xwe bîne em ê serê te jêkin' 2017-07-08 09:04:41 STENBOL - Zarokê 17 salî B.A., aşkera kir ku polîsan ew li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Esenyurtê li maşîneya zirxî sîwar kirine û ji wî re gotine "Eşeda xwe bîne em ê serê te jêkin." Zarokê 17 salî B.A. di 27'ê Hezîranê de di saetên serê sibehê de çû Rêxistina HDP'ê ya navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, polîsan ew li ber deriyê avahiyê girtin. B.A. dema dixwaze bikeve avahiyê, polîs nasnameya wî jê dixwazin û ji ber ku nasname li ser dernakeve û di telefona wî de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê dîtin, wî li maşîneya zirxî ya bi hejmara S54 (akrep) sîwar dikin. B.A. da zanîn ku polîsan di maşîneyê de al û Quran bi wî dane paçkirin û vîdeoya wî kişandine. ‘XWEDÊ MEZIN E YAN ABDULLAH OCALAN?' B.A. der barê îşkenceyên polîsan de agahî da û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bêje, aşkera kir ku rojbûna Hz. Mihemed ji wî pirsîne û wiha axivî: "Piştre ji min re gotin ku 'eşeda xwe bîne, em ê serê te jêkin' û xwestin min bitirsînin. Piştre pirsên wekî 'Xwedê mezin e yan Abdullah Ocalan? Hz. Mihemed mezin e yan Abdullah Ocalan? ji min kirin. Di maşînê de çêr û heqaret li min kirin. Destê min bi kelepçeya plastîk girêdan û heta rehên destê min zûha bû, şidandin." ‘TU DIXWAZÎ HEŞÎŞÊ BI KAR BÎNÎ' B.A. piştrast kir ku polîsan pirsa wekî "Tu çima wêneyê Abdullah Ocalan di telefona xwe de digirînî" ji wî kirine û wiha pê de çû: "Min got ez jê hez dikim ji ber wê digerînim. Dîsa min ji polîsan re got kekê, wan got ji mere bêje 'amîrê min' û li min dan. Polîsan pirsên wekî 'li wir Zerduştiyê hînê we dikin? Têkiliyeke te bi YDG-H'ê re heye? li min kirin." B.A. anî ziman ku piştî şidetê, polîsan ew bi maşîneke sivîl birine cihê lê dimîne û wiha axivî: "Gotin ku 'Em careke din te li wê partiyê nebînin, em te bibînin em ê te bikujin û xilazbûna te ji desê me tune'. Di maşînê de gotin tu 'Heşîşê bi kar tînî? Tu dixwazî heşîşê bi kar bînî?' bi van pirsan heşîş pêşniyar kirin." B.A., destnîşan kir ku wî ji ber ewlehiyê serî li tu derî neda ye.