Doza 4 welatiyên hatibûn qetilkirin di 10'ê Tîrmehê de ye 2017-07-08 09:05:02 COLEMÊRG – Li navçeya Geverê di maşîneya zirxî ya dewletê de êrîşê welatiyan kiribû û 4 kes hatibûn qetilkirin. Malbatan aşkera kir ku hêj maşîneyên zirxî welatiyan dikujin û bang kirin ku bila piştgiriyê bidin doza di 10'ê Tîrmehê de li Amedê bê dîtin. Di 8'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê di maşîneya zirxî ya Kobra de êrîşê welatiyan kiribûn, di êrîşê de Serhat Buldan, Rahîme Safhali, Necdet Îşozu û Aydiin Tumen hatibûn qetilkirin. Malbatan piştrast kir ku maşîneyên zirxî hêj welatiyan qetil dikin û dan zanîn ku dê di 10'ê Tîrmehê de li Amedê doz bê dîtin û xwestin her kes piştgiriyê bide dozê. Rûniştina dozê ya yekemîn neqlî 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kiribûn. Apê Aydin Tumen ê hat qetilkirin, Ahmet Tumen aşkera kir ku bûyera ku 4 kes hat qetilkirin, wekî "qezayê" derbasî girtekan kirine û wiha axivî: "Ez 25 sal e li Geverê esnaf im. Maşîneya polîsan bi lez û bez hat ser Kolana Cengîz Topel, li vir gule barand. 2 kes li vir mirin. Pişt re derbasî milê Şemzînanê bû û li vir gule reşand û li vir jî 2 kes qetil kir, 2 kes jî birîndar bûn. Şahidên bûyerê hene. Çawa qezayeke wiha dibe?" Tumen piştrast kir ku maşîneyên zirxî li her derê welatiyan dikujin û wiha pê de çû: "Em nikarin zarokên xwe bi rihetî derxin derve, di binê gefa kuştinê de ne. Divê her kes roja Duşemê piştgiriyê bide dozê." TENÊ KESEK TÊ DARIZANDIN Bavê Serhat Buldan ê 15 salî, Metîn Buldan jî da zanîn ku heta gel bêdeng bimîne dê ev mirin çêbin û wiha got: "Rewşa Licê li holê ye, di hefteyekê de 7 kes bi maşîneyên zirxî hatin kuştin." Buldan diyar kir ku ji vê dozê tenê polîsek tê darizandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "2 kesên di maşîneya zirxî de jî nehatin darizandin. Dewlet dixwaze wekî qezayê bide nîşandan." 'DEMA KURD BE QEZA YE' Bavê Necdet Îşozu yê di 27 saliya xwe de hat qetilkirin, Sabrî Îşozu jî destnîşan kir ku kurê wî dergîstî bûye û ev tişt got: "Zanîngeh qedandibû û li welatê xwe dixebitî. Di dikana mobilyayê de li muhasebeyê mêze dikir. Bi guleya ku helîkopteran dixe, hat kuştin. Cenazeyê wî gelekî xirab bû. Niha dixwazin bûyerê wekî 'qeza' bidin nîşan. Dema kesê tê kuştin kurd be, dibe qeza."