Bendava Farqînê dê 150 gundan di binavê de bihêle 2017-07-08 09:05:47 AMED - Bendava Farqînê ku çêkirina wê didome, ger bi dawî bibe dê 150 gund di bin avê de bimîne. Bi avakirina bendavê re dê warên çandî û dîrokî jî tune bibe. Weliyan diyar kirin bi vê bendavê dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Li herêmê hem derketina derve li welatiyan tê qedexekirin, hem jî bi bendavan hemû gund di bin avê de tên hiştin. Bi van bendavên "Ewlehiyê" tê xwestin hemû herêmê vala bikin û bê mirov bihêlin. Piştî Bendava Farqînê bi dawî bibe dê 150 gund û warên dîrokî di bin avê de bê hiştin. Bendava Farqînê ku li ser çemê Sarumê hatiye avakirin, di sala 2009'an de hat plankirin û di sala 2012'an de dest bi avakirina wê kirin. Heta niha ji sedî 70 bendav temam bû. Bendava ku ji 8 santralên hidroelektrik û 23 tesîsên avdaniyê pêk tê. Piştî 2 salên din dê pêşiya avê bigirin û bikin gol. Bendava li herêma Sêdeqnê tê avakirin, dê ji mezraya Goma dest pê bike û heta gundên sînorên Farqin, Pasûr, Lîcê û Hazro belav bibe. Bendava ku 175,5 metre bilind e piştî bendava Ataturk bendavva herêmê ya herî mezin e. Piştî bendav bi dawî bibe dê bi sedan gund di bin avê de bên hiştin. DÎROK DÊ DI BIN AVÊ DE BÊN HIŞTIN Piştî bendav bi dawî bibe 150 gundên navbera Farqîn, Pasûr û Lîcê dê di bin avê de bên hiştin. Bi sedan nebat û sewalên avê û sewalên li herêmê dijîn dê tune bibin. Şikeftên dîrokî yên Geliyê Godernê dê di bin avê de bên hiştin. Dîrok û warên çandî dê tune bibin. 15 gundên ku salek e bê navber operasyonên leşkerî didomin û gelek caran qedexeya derketina derve hat ilankirin dê hemû di bin avê de bên hiştin. Herêmên Entak, Geliyê Godernê, Geliyê Zareye, Matmur, Dehla Zirê yên Lîcê dê hemû di bin avê de bên hiştin. Dîsa gundên Cofitnê, Herbeknê, Gir, Reşanê, Bana Dêran, Hezmaze û gelek gundên dîrokî dê bi tevanî tune bibin. Gelek goristan, şikeft, şûnwar û warên dîrokî pir, depoyên avê keleh, avên avê dê tune bibin. AXA ÇANDINIYÊ YA BI BEREKET TUNE DIBE Her çend wekî bendava avdaniyê bê pênasekirin jî piştî ev bendav têkeve meriyetê dê hemû axa bi bereket û axa çandiniyê tev bin avê de bimîne. Axa çandiniyê ya di navbera Farqin, Pasûr, Lice û Hezro de dimine tev dê tune bibe. Ger ku ev axa bi berket di bin avê de bimîne pirsa "Dê kîder bê avdan" di hişan de dihêle. Ji bo çêkirina bendavê gelek notirvan nobetê digirin û li der û dorên wê gelek qalekol û qerekol hatin avakirin. Welaiyên herêmê diyar dikin ku bi vê benavê armanc dikin ku rêgeha HPG'iyan a navbera Lice-Pasûr û Hezro asteng bikin. Keyayê Gundê Beşîştê yê Lîcê Muhammed Keskinkiliç, anî ziman ku gundiyên herêmê bendavê naxwazin û wiha got: Gund di sala 1994'an de hatin xerakirin. Gelek welatî bi zorê ji cih û warên xwe hatin koçkirin. Vir cih û warê kal û pîrên me ne. Me naxwazin vir terk bikin û biçin. Em dixwazin li cih û warên xwe bijîn. Dixwazin bi bendavê gundan di bin avê de bihêlin û herêmê bê mirov bihêlin. En naxwazin dest ji vê axa bi bereket û bihiştê berdin. Em tenê dikarin li vir bijîn." Kalê 75 salî yê gundê Matmurê Zubeyir Akar jî anî ziman ku ew bendavê naxwazin. Akar, anî ziman ku di sala 90’an de bi zorê gundê wan hat xerakirin û koç kirin, lê carek din naxwazin koç bikin û gundê xwe terk bikin. Akin, anî ziman ku ew dê axa xwe terk nekin." 'EZ KOÇÎ BAJAR BIKIM DÊ BIMIRIM' Pîra 60 salî Rindê Yakar jî anî ziman ku ew naxwazin gundê wan di bin avê de bimîne û ger koçî bajar bike dê bimire.