Biryara PE'yê fatûreya polîtîkayên AKP’ê ya li Kurdistanê ye 2017-07-08 09:17:19 AMED – Endamê Komîsyona Karên Derve ya TBMM'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr, mijara muzakereyan a bi Tirkiyeyê re û biryara Parlamentoya Ewropayê nirxand û ev tişt got: "Biryara PE'yê fatûreya polîtîkayên AKP'ê yên li Kurdistanê ye. Ev fatûreyeke gelek giran e ji bo Tirkiyeyê. Ji ber wê divê demek ji ya din zûtir Tirkiye bê ser hişê xwe." Rapora Tirkiyeyê ya her sal ji hêla Parlamentoya Ewropayê (PE) ve tê nirxandin, di lijneya giştî ya parlamentoya li Strasburgê de nirxand. Rapora ku bang dike muzekereyên endamtiya Tirkiye û YE'yê rawestîne, di Parlamentoya Ewropayê de dan dengdanê, 477 parlamenteran xwest muzekereyên bi Tirkiyeyê re bên rawestandin. Muzakereyên endamtiya Tirkyeyê ya bi YE'yê re di sala 2005'an de dest pê kir û ji wê rojê heta niha, cara yekemîn e saziya YE'yê bi fermî muzakareyan dide rawestandin û vê bangê dike. Raportorê Tirkiyeyê yê PA'yê Katî Pîrî rapor amade kir. Rapora ku hat amadekirin ji hêla PA'yê ve hat qebûlkirin, ji Tirkiyeyê bertekek tund girt. Endamê Komîsyona Karên Derve ya TBMM'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr jî da zanîn ku cihê Tirkiye bertekê nişanê vê raporê bide, divê rûnê û bifikire ku di ku de şaşî kiriye û şaşiyên xwe sererast bike. ‘TIRKIYE JI KRÎTERÊN KOPENHAGÊ DÛR KET' Pîr aşkera kir ku ev biryar di navbera hikumetan de zêde girîngiya xwe tune ye, lê ji komîsyon û hikumetên wan re wekî pêşniyarekê ye û wiha axivî: "PE û YE dema bi welatekê re muzakereyan dikin, li gorî Krîterên Kopenhagê nirxandinan dikin, ev jî krîterên civakî, siyasî, aborî û hiqûqî ne. PE ji bo Tirkiyeyê û ji bo welatên din jî 'hêza hev du cudahiyê ye', 'Demokrasî bi pêş dikeve?', 'Serdestiya hiqûqî heye?', li van mêze dike. Dema YE bi welatên din re jî muzakereyan dike, ev Krîterên Kopenhagê derbasdar in. Hemû welat van krîteran yek bi yek tînin cih, lê Tirkiye beyî ku krîteran bîne cih, gelekî ji van krîteran dûr ketiye." Pîr piştrast kir ku PE'yê biryareke şaş negirtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di sala 2005'an de dema biryara endamtiya Tirkiyeyê girtin, 407 dengan xwest muzakere destpê bikin. Di pêvajoya endamtiyê de tu welat qasî Tirkiyeyê ji YE'yê dûr neket. Di bûyerên du salan de jî rewşa Tirkiyeyê li ber çavan e. Di sala 2005'an de bi 407 dengan dest bi muzakereyan dike, îro bi 477 dengan 'na' re rû bi rû ye." Pîr aşkera kir ku welat ber bi lîçoqê ve tê kişandin û got ku "Tiştek tune AKP êrîşê PE'yê dike û her kes bi vê yekê dikene." ‘YE HEVKARIYÊ BI DÎKTATOR RE DEWAM NAKE’ Pîr herî dawî destnîşan kir ku Tirkiye heta bi vî hişî here, dê muzakereyên nû neyên destpêkirin û wiha axivî: "YE bi dîktator re hevkariyê dewam nake. Ji rejîma yek zilamî re nabêje erê. Divê Tirkiye van xeletiyan bibîne û şaşiyan sererast bike. Îro serokwezîr û serokomar bi Erdogan re dibe, ez bawer nakim. Divê di hilbijartina yekemîn de gelên li Tirkiyeyê AKP'ê ji desthilatdariyê bixin. Ne xwe bi wan re kes nikare biçe cihekî."