Tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li dijî Efrînê hatin şermezarkirin 2017-07-08 09:33:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên gundewarên başûrê Kantona Kobanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gelê Efrînê, êrîşên dewleta tirk û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kirin.. Gelên li rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên girseyî êrîş û mudaxaleyeke li dijî gelên Efrînê şermezar dike. Bi hezaran welatiyên Kobanê di pêşengiya TEV-DEM'ê de xwedî li berxwedana Efrînê derket û êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin. Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen, Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Ferhad Dêrik û şervanên YPG/YPJ'ê jî beşdarî meşê bûn û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hat şermezarkirin. Li gorî nûçeya ANHA'yê, meş ji gundê Donxiz a biçûk dest pê kir û heta Donxiz a mezin dewam kir. Meşvanan pankartên "Gelê Kobanê daxwaza azadiya Ocalan dikin", "Em berxwedana Efrînê silav dikin" û "Bijî berxwedana Efrînê" vekirin û xwestin tecrîd li ser Ocalan jî bê rakirin. Meşvan li dibistana gundê Donxiza mezin li hev kom bûn û deqeyekê ji bo şehîdên şoreşê rêz girtin. Piştre Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Ferhad Dêrik axivî û da zanîn ku gelê Kobanê piştgiriyê dide berxwedana gelên Efrînê û wiha got: "Bila Erdogan bizanibe ku êrîşên hovane tu carî vîna gelê Efrînê nikare bişkîne. Divê em li dijî êrîşan, girêdana bi welat re zêde bikin. Dê gelê bakurê Sûriyeyê li hember dagirkeriyê, hevgirtina xwe xurt bikin." Endamê Rêveberiya Mala Gel a gundê Girdê Mehmûd Hesen jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û aşkera kir ku divê her kes bi ruhê seferberiyê ax û warê xwe biparêze. Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.