1'mîn Kongreya Meclisa Ciwanên Şengalê pêk hat 2017-07-08 08:58:22 ŞENGAL - 1'mîn Kongreya Meclisa Ciwanên Şengalê, bi beşdariya sedan delegeyên ji ça perçeyên Kurdistanê û Europa hatin pêk hat. Di kongreyê de biryarên girîng hatin girtin. 1'emîn Kongreya Meclîsa Ciwanên Şengalê bi tevlêbûna sedan ciwanan dest pê kir. Ciwanên ji Kampa Newroz, Wargeha Şehîd Rostem, Revahiya Rojava, Federasyona Bakûrê Sûriya û Ewropa hatin tev li kongreyê bûn. Kongreyê bi dirûşmeya "Bi Yekitiya Ciwanên Êzidî wê mîsoger bibe xweserî" tê lidarxistin. Li salona kongreyê pankartên "Bi Xweseriya Şengalê Emê Hilweşînin Dîwarên Îmraliyê", "Bi Tolhildana Ciwanên Êzidî wê Azad bike Rêbertî", "Ciwanên em hêviya Pêşeroja mene" û "Şehîd Nirxê jiyana Azada". Wêneyen Şehîdên Şoreşa Êzîdxanê û Posterên Rêberê PKK'ê Abdelah Ocalan hatin daliqandin. Kongre rêzgirtina yek deqeyê dest pê kir. Di kongirê de Endamê Meclisa Ciwanan ve Zerdeşt Derwêş axaftina destpêkê kir. Kongre bi a xaftinan berdewam kir û bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di kongreyê de biryara derxistina 28 ciwanan ji bo û derxistina sembola ciwanên Şengalê bi dawî bû. Ciwanên ku ji bo meclîsê derketin wê li xetên girêdayî Şengalê weke Borik, Sinûn, Kersê, Qampa Newroz û navenda Şengalê xebatên ciwanan bidin meşandin. Biryarên ku di kongireya Ciwanan de derketî wiha ne: Biryarên di derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de: 1- Ciwanên Êzîdî yên Şengal dawî anîna esareta Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocelan datîne pêşiya navenda hemû xebatên xwe. 2- Ji bo xala yekmîn pêk were,hewl dide ku bi her cure çalakiyan ve bibe bersiv. Di derbarê çalakiyan de 1- Nasnameya ciwanên azad û çalakger derdixe pêş û li dijî hişmendiya jerontokrasî ya ku ciwanan piçûk dixe, vîna wan destser dike û bikartîne ,têdikoşe. 2- Li dijî dagirkirina welat û Êzîdxana pîroz her cure çalakiyan pêş dixe weke pirotesto daxuyaniya îmzeyan û her weke din. 3- Li dijî pilotîkayên bijaftina çandî û qirkirinê, çalakiyên demokratîk yên cûr be cûr pêş dixe. 4- Li hemberî çanda destavêtin ,fihûş, haşhaş û h.w.d, têkoşîn dike û çalakiyên bi bandor lidar dixe. 5- Pêşengitiyê ji hemû çalakiyên li Şengalê bê lidarxistin re dike. Di derbarê perwerdê de 1- Xwendina hemû parêznameyên Rêber Apo esas digre. 2- Perwerdekrina civakê bingeha kar û xebatên xwe ,taybet a ciwana ne. 3- Li ser vî esasî avakrina vekirina akademiyên ciwanên Êzîdî ji bo xwe dike hedef. 4- Perwerdeyên xwe bi awayekî xweser û giştî dimeşîne. 5- Avakirina pirtûkxaneyeke ji xwe re dike hedef. 6- Ji bo pêşxistina wêjeya derbarê civaka Êzîdiyan kar dike. 7- Hewildanên ji bo lêkolînkirina dîroka Êzîdiyan. Di derbarê rêxistinbûyînê de 1- Her komîteyek li gorî pêwîstiyên kar û xebatên xwe,komînan ava bike. 2- Bi perspektîva 2`mîn a konferansa ciwanên Êzîdî yên Şengal komîteyên pêwîst (xwendekaran ,ragihandin ,perwerde , çand û huner,werzîş h.w.d) ava dike. 3- Di nava karkerên xortên diçin dervayî Şengalê de ,rêxistinbûyînê dike hedef 4- Ji bo yekîtiya ciwanên Kurdistin û Rojhilata Navîn yekkirina ciwanên Êzîdî di qada netewî û navnetewî de armanc dike. 5- Di nava Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê nûnerên xwe dibine û di warê rêxistinî pêşengtî dike. Di derbarê jinên ciwan de 1- Ji bo avakrin û mezinkrina jinên ciwan, weke xweseriya jinên ciwan xwe tevger dikin. 2- Li dijî hişmendiya zilamê desthilatdar û destdirêjiya li ser jinên ciwan ên Êzidî tê kirin, têkoşîn meşandin. Di derbarê parastina cewherî de 1- Li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ û her şêwazê êrîşên li ser civaka xwe di çarçoveya parastina cewherî de birêxistin dike û têkoşînekî aktîv dimeşîne. 2- Ciwanên parêzvanên Êzîdxanê ne .Ji bo vê jî parastina rewa ya aktîv, bûyîna weke rola xwe ya sereke bibîne. 3- Ciwan ji bo mezinkirina YBŞ’ê Di derbarê Ragihandinê de 1-Bi rêya ragihandinê hewldan û têkoşîn ji bo qebûlkirina ola Êzîdiyê û mafên wan ên xwebirêvekrinê û xweparastinan li ser çar parçeyên Kurdistan û dervayî Kurdistan dike hedef. 2-Ji bo ronîkirina civak û raya giştî derbarê hemû fermanên bi rêgezên ragihandinê kar dike. 3-Hevgirtina ciwanên Êzîdî yên Ewropa ku di beşên ragihandinê de kar dikin divê di Çira TV de bixebitin. Di derbarên xalên giştî de 1- Ji bo gelê me yên ku piştî fermanê koçberbûyî û li her çar parçeyên Kurdistan û Ewropa belavbûyî yên vegerandina ser xaka xwe mîna karek sereke dibine û ji bo vî armancê kar dike. 2- Ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê modela xweseriya demokratîk ji bo xwe pergala herî rast dibine û avakrina wê armanc dike. 3- Pirsgirêkên civakî netewî çandî û zayendî li ser bingehê paradîkmaya demokratîk-ekolojik û azadiya jinê di çareserkirina van pirsgirêkên rolekî piştgirî armanc dike. 4- Pêşxistina têkoşîna civakî taybetmendiyên ciwanan di hemû qadên civakî de rêxistin derexistina pêş dike armanc. 5- Ji bo tunekirina xeta îxanetê ya dîrokî ya ku dagirkeran li ser Kurdan pêk tîne û bûye sedemê fermanê, pêwîste tekoşînekî bê hempa bê meşandin. Kongreya ciwanan bi sînevîzyonekî li ser ciwanan û bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Şehîd Namirin' bi dawî bû.