QSD'ê çerxerêya El-Mezari ya Reqayê rizgar kir 2017-07-08 10:58:01 NAVENDA NUÇEYAN - Şervanên QSD`ê çerxerêya El-Mezari ya taxa El-Berîd a bajarê Reqayê, bi temamî ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Li piraniya eniyên Reqayê, şerên dijwar di navbera şervanên QSD û DAIŞ`ê de rû didin. Şervanên QSD`ê ku ber bi navenda bajarê ve diçin, çerxerêya El-Mezari ya taxa El-Berîd a aliyê rojava yê Reqayê, bi temamî ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Çerxerêya El-Mezari, di navbera taxa El-Berîd û El-Romaniya rizgarkirî de ye. Bi rizgarkirina çerxerêya El-Mezari, şervanên QSD`ê êdî bi hêsanî li wê herêmê tevdigerin. Ji aliyekî din ve jî, şerên giran li taxa El-Nehda û Hitîn ên aliyê rojava yên Reqayê, rû didin.