Rêxistina Efûyê: Em ê serî li rêyên hiqûqî bidin 2017-07-08 11:21:27 STENBOL - Piştî gelek parêzvanên mafên mirovan hatin binçavkirin û nûçeyên der barê wan de di hin malperên çapemeniyê de hatin weşandin, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bertekek tund da nîşan û ev tişt got: "Ev saziyên ku îdiayên bê bingeh û sûcdarî kirine nûçe, em dê der barê wan de serî li rêyên hiqûqî bidin." Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bal kişand ser parêzvamên mafên mirovan ên li Buyukadayê bi îdiaya "Endamê rêxistinê ne" hatin binçavkirin û aşkera kir ku hin weşanên çapemeniyê der barê 10 parêzvanên mafên mirovan de nûçeyên bê bingeh çêkirine û ew wekî sûcdar dane nîşan. Rêxistinê der barê vê mijarê e daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di hin weşanên çapemeniyê de hatiye gotin ku "Di dema civîna veşarî de hatin binçavkirin" û hat diyarkirin ku ev nûçe tu rastiya wan tune û wiha hat gotin: "Parêzvamên mafên mirovan li Buyukadayê ji bo piştgiriyê bidin parastina mafên mirovan û di vî warî de alîkar bin, xebatek dane meşandin. Agahiyên civîna di berê de hatiye kirin. Ji parêzvamên mafên mirovan 8 kes beşdar bûne, 2 kes jî wekî xebatên atolyeyê rihet bikin, di civînê de cih girtine. Di civînê de tiştekî derveyê qanûnê tune û tu sûcê bibe sedema binçavkirina wan jî nayê dîtin." Di dewama daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku tu delîleke piçûk li holê tune û piştrast kirin ku sûcdariyên der barê wan de jî henî ji xwe ber hatine amadekirin. Rêxistina Efûyê destnîşan kir ku ew dê serî li rêyên hiqûqî bidin û wiha hat gotin: "Ew kesên ev nûçe amade kirine, berde rastî vegotine, ji vê bêhiqûqiyê re postekî çêdikin. Tê fêmkirin ku tundiya hikumeta Tirkiyeyê ya li ser civakê, mafdar derdixin. Kesên hatine binçavkirin, kesên naskirî ne û bi salan e di warê mafên mirovan de xebatê dimeşînin û kesên navdar in. Divê demil dest serbest bên berdan." Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê der barê kesên ku nûçeyên bê bingeh çêkirine û saziyên ev sûca rewa dane nîşan de, di demeke kurd de serlêdana sûc bikin.