DAÎŞ'ê li Mûsilê 2 rojnameger kuştin 2017-07-08 11:24:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşên li rojhilatê Mûsilê de ku ji dagirkeriya DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin, 2 rojnamegerên Iraqî hatin kuştin. Di daxuyaniya ku di qenala televziyona Hûna Salahaddin hat dayîn de hat ragihandin ku 2 xebatkarên wan di nava hefteyê de li Gundê Îmam Xerbî di encama êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rojnamegerên jiyana xwe ji dest dayîn nûçegihanê Tv Harm Hazza el Dûleymi û kameraman Sûdad el Durî ye. Ne hat diyar kirin ku rojnamegeran kengê jiyana xwe ji dest dane, hatibû gotin çeteyên DAIŞ’ê di nava hefteyê de êrîşî gund kirîbûn û gelek sivîl jî revandibûn. Operasyona yêkineyên artêşa Iraqê ya ji bo ku çeteyan derxînin didome. Di saetên şevê din de Berdevkê Wezareta Karê Hundir ê Iraqê Saad Maan daxuyaniyek da û destnîşan kir ku rojnameger û polîsên ku li gund di bin dorpêça çetayan de ne hatine rizgarkirin. Gundê Îmam Xerbî ku 2 rojnamegerên Iraqî lê hatibûn qetilkirin, girêdayî parêzgeha Selahaddine û 60 kîlometre dikeve rojhilatê Mûsilê. Di meha derbasbûyî de ji 2 rojnamegerên Fransî û alîkarê wan yê Iraqî ku Operasyona Mûsilê dişopandin, di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabûn.