Li Şirnex û Antalyayê 23 kes hatin binçavkirin 2017-07-08 12:44:28 ŞIRNEX / ANTALYA – Li navçeyên Hezex û Elkê de 18 kes hatin binçavkirin. Li Antalyayê jî serdagirtinên malan de 4 kes hatibûn binçavkirin, di operasyona duyemîn de jî 5 kes hatin binçavkirin. Zext û îşkenceya hêzên dewletê li Şirnexê berdewam dike, leşker û polîsan di saetên sibehê de bi ser malan de girtin. Di serdagirtinên li navçeya Elkê de, keyayê gundê Gernavê Fahrî Abî, Mugdat Ataman, Alî Abî, Remzî Aykut, Ersîn Durmuş, Hacer Adiyaman, Cemal Adiyaman, Îdrîs Adiyaman û kesekî navê wî nehat hînbûn, hatin binçavkirin. Hat gotin ku 9 kes bi îdiaya "Endamê rêxistinê ne" û "Alîkarî dane rêxistinê" hatine binçavkirin û ew birin Miduryeta Polîsan a Navçeyê. Di serdagirtinên li navçeya Hezexê de jî 9 kesên ku navê wan nehat hînbûn, hatin binçavkirin. Welatî li Miduryeta Navçeyê tên girtin. Her wiha duh jî li navçeya Cizîrê serdagirtinên malan pêk hatibûn û Elîf, Adem û Hulya Yagarcik hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyê serbest hatibûn berdan. LI ANTALYAYÊ 9 KES HATIN BINÇAVKIRIN Di 6'ê Hezîranê de li Antalyayê 4 kes hatibûn binçavkirin. Di çarçoveya heman operasyonê de 5 kes hatin binçavkirin û bi van re hejmara kesên di bin çavan de derket 9 kesan. Welatî bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" hatin binçavkirin, li ser dosyaya wan biryara veşarî heye û li Miduryeta Polîsan a Bajêr tên girtin. Hat gotin dema binçavkirinê 7 rojan hatiye dirêjkirin. Kesên hatine binçavkirin navên wan wiha ne: Cevdet Çaglar, Haci Tekmenuray, Osman Kesercî, Cumalî Faîk, Îbrahîm Habeş, Îskender Dalgiç, Naîf Yaşa, Gulnaz Çîçek û Neçîrvan ê ku paşnavê wî nayê zanîn.