Xwepêşandanan li Hambûrgê G20 şermezar kirin 2017-07-08 13:12:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakgerên protestoyên G20’an dewam dike. Çalakgeran îro dest bi çalakiyên bêîtihatiya sivîl kirin, di nava rojê de dem bi dem şer qewimîn. Bi êrîşên polîsan re xwepêşandaran jî bersiv da. Li Hambûrgê çalakiyên hefteyekê ku li dijî Lûtkeya G20’an a ji vê sibehê ve destpê kir, dewam dikin. Pêngava yekem a yek ji sê dewerên bingehîn ên çalakiyên hefteykê çalakiyên bêîtihaitya sivîl ku vê sibehê destpê kir. Çalakiyên vê sibehê bi bêîtihatiya sivîl re destpê kir, di nava rojê de li ser mudaxeleyên polîsan dem bi dem pevçûn qewimîn. Li Hambûrga di tevahî rojê de li xwepêşandan hebû, bi saetên şevê re li Semta Sternschanze şer qewimî. Li ser êrîşa polîsan xwepêşanderan jî bersiv da û şer derket. Di xwepêşandana bend hatin danîn û agir hate pêxistin de heta niha hejmara birîndar û binçaviyan nayê zanîn. Li aliyê din ji aliyê polîsên Hambûrgê ve hate diyarkirin ku di xwepêşandanên li dijî Lûtkeya G20’an a tevahiya rojê de hejmara xwepşandaran derdorî 100 hezrana bû. Îro di saetên sibehê de di gelek xwepêşandanan li semtên û herêmên sor ên ku Lûtkeya G20’an lê tê kirin bi çalakiyên bêîtihatiya sivîl rawestiyan. Lê di xwepêşandanên duh şev de 15 wesayît, otobusek a şaredariyê hatin şewitandin, bi dehan kes hatin binçavkirin û birîndarkirin. Di van saetan de jî li deh hezar kesên li St. Paûlî kom bûne, xwe ji meşê re amade dikin.