Dayikên Şemiyê aqûbeta bav û kur pirsîn 2017-07-08 13:54:51 STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 641'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û aqubeta bavê 50 salî Îbrahim Çelîk û kurê wî Edip Çelîk pirsîn. Dayikan di çalakiyê de xwest wan mahkûmî goristanan nekin û ji kesên wan mahkum dikin bi gilî ne. Dayikên Şemiyê, bi armanca aqûbeta windayan bipirsîn û kujer bên darizandin, di hefteya 641'an de li Qarda Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam dikirin. Dayikan bi qurnefilên sor, çarikên sipî, û wêneyên zarokên xwe kom bûn û pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne" vekirin. Di çalakiya rûniştinê de Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, Lîstikvan Yusuf Çetin û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de cîroka Îbrahîm Çelîk ê 50 salî û kurê wî yê 19 salî Edîp Çelîk ku di sala 1994'an de li Êlihê hatin revandin û windakirin pirsîn. Dayika Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1993'an de hat revandin Hanîfe Yildiz di destpêkê de axivî û wiha got: "Ez diçim ku ez rastî bê edaletiyê têm. 23 salin li Edaletê digerim ê Edaletiyê nabînim. Nuriye û Semih 122 rojin di greva birçîbûnê de li edaletê digerin. Em 22 salin edaletê dixwazin. Divê daxwaza Edaletê tenê li Maltepe bi sînor nemîne." Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî jî bal kişand ser mafên mirovên di bin çavan de û wiha got: "Dema tiştek di destê îktîdarê de tune be bê sedem êrîş dike. Ji ber me der barê saziyên hatin girtin de rapor amade kir, îro parazvanên mafên mirovan tên binçavkirin. Lê em dibêjin têkoşîna meya mafên mirovan dê bidome. Têkoşîna mafên mirovan dê her bidome." JI BO EM KURDIN EM HATIN WINDAKIRIN Keça Îbrahîm Çelîk Feryal Çelîk jî ji ber ku nekarîbû bi axive name nivîsand û nameya wê hat xwendin. Çelîk, di nameya xwe de anî ziman ku bav û birayê wê di bin çavan de hatin windakirin û wiha got: "Ji ber em kurdin em tên windakirin û tên kuştin. Gelo kurdbûyîn sûc e? 23 sal derbas bûn, lê hêj em agahiyê ji bav û birayê xwe nagirin. Ev dê heta kengî bidome." Vê hefteyê li ser navê Mirovên Şemiyê Beyza Ustun daxuyanî da û bal kişand ser lêgerina malbatan a Edaletê û çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Tzakça û ji her kesî re edalet xwest. Piştî Ustun, xizmên malbata Çelik gotin: "Em ji kesên me mahkûmî goristanan dikin bi glî û dozdar in. Em windayên xwe dixwazin. Em Edaletê dixwazin" Malbatê anî ziman ku 23 salin daxwaza wan a Edaletê bê bersîv tê hiştin û gotin "Îbrahim û Edip Çelik li ku ne?"