Qedexeya zozanan û tevgeriya hewayê zirar dide mêşan 2017-07-08 13:55:26 COLEMÊRG - Operasyon û tevgera hewayî ya artêşa tirk, ne tenê zerarê dide mirovan, bandoreke xirab li ser jiyana sewalan jî dike. Welatiyê bi navê Sebahatîn Duzen bi dehan salan e li herêmê karê hingivînê dike. Duzgun anî ziman ku ji ber ku li herem Oremarê tevgera hewayî û qedexeya zozanên heye, ew zerarek mezin dibînin. Ji ber operasyon û êrîşên hewayî xwezaya Kurdistanê zerareke mezin dibîne. Dema xweza zerarê dibîne, bandora wê ya li ser zindîwar û welatiyan jî hêj xirabtir dibe. Welatiyê bi navê Sebahtîn Duzen ê ji gundê Susyan a Gevera Colemêrgê, diyar kir ku ew ji 1973'yan heta niha karê hingivînê dikin, lê ji ber ev 2 sal e li herema Oremarê tevgera hevayê û qedexeya zozanên heye, şêniyên li Susyanê mêşan xwedî dikin zirarek mezin dibînin. Duzen anî ziman ku ew her sal hingiv difiroşin bajarê derdora Colemêrgê û wiha got: "Xwezaya Gevera ji bo mêşan bihuşt e, lê mixabin ji ber şer bûye dojeh. Ev du sal e em hingivînê bi zor û zehmetiyê berhev dikin. Hingivên ku me dibir gelek bajaran, niha ji ber kêm bûnê, têra me nake." QEDEXEYÊN BANDOREKE XIRAB LI ME DIKE0 Duzen aşkera kir ku ji ber ku li herema Oremarê qedexeya derketina zozanan heye, xwedîkirina mêşan kêm bûye û wiha berdewam kir: "Li zozanan mêş gulên ku nû ji binê berfê derdikevin û gulê derdora berfa ku di nav salê de nahele, xwe xwedî dikin. Ev di hilberîna hingivî de û hem jî di qalîteya hingivîn de gelekî baş e. Lê ji ber qedexeya zozanan em nikarin herin wan dera û ji ber ku dûr e, mêş jî nikarin xwe bigihijînin van gulan." Duzen desnişan kir ku mêş nikarin xwe bigihijînin rûbarên Sibergo ,Siyabo û Polorisê, tenê bi rûbarkên Geverê û Tutsiyê xwe xwedi dikin. QIRÊJA TEVGERA HEWAYÊ BANDOR DIKE Duzen anî ziman ku tevgere hewayî ya li qada mêşan jî bandoreke xirab li ser hilberîna hingivîn dike û wiha pêde çû: "Dengê top, hewan, balafirên F-16 û helîkopteran zirar dide dayika mêşan. Dayika mêşan ji ber deng dernakeve derve. Ev ji dibe sedema bê hingiviyê. Tevgera hewayê zirar dide rûbarên ku mêş xwe lê digirin." Duzen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê li heremê diqewime û got ku gund, zozan û mêrgên wan ên wekî bihuşt, dixwazin bikin dojeh.