Pêla binçavkirin û girtinan şermezar kirin 2017-07-08 14:52:47 WAN – Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wanê binçavkirin û girtin şermezar kirin. Di hefteyeke dawî de li Wanê 108 siyasetmedar û welatî hatin binçavkirin. Rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyan binçavkirin û girtinên li navenda Wan û navçeyên wê bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin. Rêveberan li ber avahiya DBP’a Wanê daxuyanî dan. Hevseroka HDP’a Wanê Gulîstan Orhan, Parlamanterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî, rêveberên HDP, DBP û TJA û Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê HDP’a Wanê Nacî Erkol daxuyanî da û diyar kir ku ji 7’ê hezîrana 2015’an vir bi awayekî sîstematîk dibin hedefa êrîşan. Erkol destnîşan kir ku hejmara girtina siyasetmedaran ji 5 hezarî bihûriye û wiha got: “Diyaseta demokratîk di bin êrîşan de ye. Di hefteyeke dawî de li Wan û navçeyên 108 siyasetmedar û welatî hatin binçavkirin. Ev hevalên me hemû xebatkarên fermî yên HDP û DBP’ê ne.” ‘WALIYÊ WANÊ XWE WISA DIDE NASÎN’ Erkol da zanîn ku dixwazin bi bêhiqûqî li ser HDP û DBP’ê operasyonên siyasî ferz bikin û wiha domand: “Bi destpêkirina peywîra waliyê nû yê Wanê Murat Zorluoglu re operasyon hatin destpêkirin. Ev yek me dixe nav fikaran. Waliyê Wanê Murat Zorluoglu xwe wisa bi gelê Wanê dide nasîn gelo?” Erkol bang li rayedarên hikûmetê kir û xwest demildest ev operasyonê bên rawestandin. ‘AKP DEQEK REŞ E’ Parlamenterê Wanê Adem Geverî jî diyar kir ku bi fermana AKP’ê li ser siyaseta sivîl operasyonê tên meşandin û wiha got: “Duh jî bi pêkanîna kelepçeyî xwestin vîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş dester bikin. Êrîşa li dijî Brêz Demîrtaş nîşandana bêtehamuliya siyaseta demokratîk e. Rewşa polîtîkaya AKP’ê ya derve û ya hûndir dê wek deqek reş derbasî rûpelên dîrokê bibe.”