‘Coşkun ê Ur di meşiyê wî de nayê dermankirin' 2017-07-08 15:11:28 STENBOL - Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê, di hefteya 276'an de çalakiya "Rûniştina F" pêk anî. Parazvanên mafên mirovan bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Atilla Coşkun û diyar kir ku Coşkun li gel ur di mejiyê wî de heye jî nayê dermankirin. Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê, bi boneya balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 276'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk anî. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de pankarta “Tecrîd dikuje, Tipa F bila bê girtin" û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" vekirin. Dîsa kesên nexweş rakirin. Di çalakiyê de lîstkvanê sînemayê Nur Surer, bal kişand ser çalakgerên greva birçîbûnê Nuriye Gulmen û Semih Ozakça û diyar kir ku li daxwazên wan xwedi derdikevin. Surer, anî ziman ku girtiyê Girtîgeha tîpa T a Ducze Atîlla Coşkun, di sala 2007'an de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin û wiha got: "Diviya bû ku bi şert bihata berdan. lê mixabin nehat berdan. Hem mexdûrê hiqûqê ye. Hem jî demek dirêj e ur di serê wî de ye. Divê li derve bê dermankirin. Ura di serê wî de her ku diçe mezin dibe. Dîsa bandor li ser çavê wî dike û çavê wî jî baş nayê ditin. Ger ku Coşkun emeliyat bibe dibe ku felç jî derbas bike. Divê Coşkun bi rêk û bêk bê dermankirin. Em ji rayedaran dixwazin ku Coşkun bi rêk û pêk bê dermankirin." Surer xwest Coşkun serbest bê berdan. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan û siloganan bi dawî bû.